Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket 2025-11-17 09:25:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi boneya salvegera damezirandinê cih da ser xebatên TJA’yê û bi manşeta “Armanca TJA’yê azadî ye” derket.     Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 309’emîn de bi manşeta “Armanca TJA’yê azadî ye” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de salvegera TJA’yê derxist manşeta xwe. Aktivîsta TJA’yê bi boneya salvegera damezirandina tevgerê bi rojnameyê re axivî û TJA weke ronahiyek nirxand.    Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Sorgul Şêxo, Serdil Akdag, Adar Jiyan, Feratê Dengizî, H. Halît Alaçati, Kurdistan Lezgiyeva, Felemez Ulug, Medenî Ferho, Hesen Huseyîn Denîz, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Yaşar Eroglû, Mûrat Tunekiragij, Mehmet Şahîn, Paşa Şeker, Hesen Hemkê, Hogir Berbir, Cebraîl Vural û Rohat Bulut, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.    Vê hefteyê jî rojnameyê ji mijarên jinan heta yên siyasî, polîtîk, çandî, ziman û civakî gelek mijarên cuda girtiye dest.