Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin 2023-11-06 09:06:42 AMED – Welatiyên beşdarî konferansa DBP’ê bûn banga tevlibûna Meşa Gemlîkê ya dê di 18’ê mijdarê de bê lidarxistin kirin û gotin: “Ev meş meşa azadiyê ya kurdan e. Werin em berê xwe bidin Gemlîkê û bimeşin Îmraliyê. Divê tecrîd bê rakirin, Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe.”    Di konferansa mezin a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” de bal hat kişandin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda dijwar a li ser Abdullah Ocalan dê di 18'ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" li dar bixin. Welatiyên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku divê xwedî li Meşa Gemlîkê bê derketin.   ‘EM BIMEŞIN ÎMRALIYÊ’    Meşhel Sirimsî banga tevlibûna meşê kir û got: “Em ji bo meşa Îmraliyê ya 18’ê Mijdarê bang li hemû gelê xwe dikin. Îro tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Heke  ev tecrîd bê rakirin wê civak hilmê bigire. Em ji vir bang dikin, werin em bi hev re heta Îmraliyê bimeşin û vê tecrîdê rakin. Em hêvî dikin ku ev meş bi serkeve û dengê birêz Ocalan ji Îmraliyê were bihîstin. Ji ber ku dengê wî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê girîng e.   ‘EM BERÊ XWE BIDIN GEMLÎKÊ’    Kamuran Yildirim ê ji Mêrdînê beşdarî konferansê bû bal kişand ser girîngiya meşêya ji bo gel û got: “Eger îro tecrîd neyê rakirin wê berxwedana me were astengkirin. Tecrîd ne tenê li ser kesekî, li ser vê fikrê jî tê ferzkirin. Meşa Azadiyê ya ku li dijî tecrîdê bê destpêkirin ji bo hemû gelan girîng e. Heta ku encam neyê girtin divê çalakî bidomin. Ev banga me ji hemû gelê me re ye ku wê meşa 18'ê Mijdarê dest pê bike, divê em hemû wê rojê ber bi Gemlîkê ve bimeşin.”    ‘BILA TECRÎD RABE Û OCALAN BI ROLA XWE RABE’    Yakûp Demîr bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan li Kurdistanê didome. Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were rojevê wê di 18'ê mijdarê de heta Gemlîkê meşek bê lidarxistin. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê, bi vê meşê em ê vê tecrîdê bînin rojevê û ji holê rakin. Her ku tecrîd girantir bû, şer jî mezin bû. Ji ber vê jî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê pêvajoyeke çareseriyê pêk were. Ji ber vê jî divê tecrîd bê şikandin û birêz Ocalan rola xwe ya girîng rabe. Banga me ji bo hemû gelê me ye ku tev li vê meşê bibin, bila dawî li tecrîdê bînin. Werin em piştî tecrîdê jiyaneke wekhev ava bikin. Werin em vî şerî ji holê rakin.”   JI BO AZADIYÊ…   Şukru Kurşun ku ji Mêrdînê beşdarî konferansê bû, diyar kir ku meş ji bo azadiya kurdan girîng e û wiha axivî: “Em ê beşdarî vê meşê bibin. Ji bo tevlibûn û azadiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Em kurd in, em ê xwe biparêzin. Ev meş ji bo azadiya kurdan e. Kurd hemû yek in, ji 7 heta 70 em hemû yek in. Ev meş meşeke bi rûmet e, divê her kes tev li wê bibe. Ev meş wê bibe sedema azadiya Kurdistanê.”   'BILA RÊBERTIYA ME AZAD BIBE’    HusnUgul Paslanmaz a ji Mêrdînê beşdarî konferansê bû jî wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiya me êdî li ser gelê Kurdistanê ye. Li ser ciwan û jinan e. Heta ku ev tecrîd neyê rakirin gelê kurd azad nabe. Gelê kurd dixwaze tecrîda li ser Rêberê xwe bê rakirin. Em wekheviyê dixwazin, em dixwazin Rêberê me ji wê esaretê rizgar bibe. Di vê konferansê de me got  'Jin, jiyan, azadî'. Em azadiyê dixwazin. Bila êdî rêberê me derkeve û azad bibe. Banga me ji bo meşa Îmraliyê heye, ev ê bibe meşeke mezin. Hemû gel dê beşdar bibin. Ev meş wê ji bo bidawîkirina tecrîdê be. Em ê tev li meşê bibin û têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku em hebin em ê ji bo Rêberê xwe û gelê kurd vê têkoşînê bidomînin. Ev meş meşa piştgiriya Rêbertî ye. Ew çiqas mezin be, ew ê xweşiktir be."   MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş