Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin 2023-11-19 11:42:33     STENBOL - Welatiyên ku ji bo Meşa Azadiyê li gelek noqteyên Stenbolê hatin gel hev, tevî rewşa xerab a hewayî jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.    Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin didome. Yek ji baskên meşê jî Stenbol e. Welatiyên ku di çarçoveya meşê de li gelek deverên bajar bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Bûroya Hiqûqê ya Sedalê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) hatin gel hev, ber bi Gemlîkê ve ketin rê.    Li Stenbolê baran dibare û bahoz heye lê tevî vê yekê welatiyên ji deverên cuda hatin li Bagcilarê kom bûn. Welatî, bi coşeke mezin ber bi qada kombûnê ve meşiyan. Di dema meşê de bi çepikan xistin û stran gotin. Gelek caran dirûşma “Bijî Serok apo” hate berzkirin. Welatiyên ku têkildarî meşê hestên xwe vegotin anîn ziman ku ew bi biryarin ku xwe bigihînin Gemlîkê.    JI GELEK NAVÇEYAN BI RÊ KETIN   Welatiyên ku di saetên serê sibehê de ji navçeyên Sîlîvrî, Avcilar û Beylîkduzuyê bi wesayîtan hatin cihê kombûnê. Welatiyan nîşaneyên serkeftinê kirin û xwedî coşeke mezin bûn.    Welatiyên navçeya Esenyurtê jî li avahiya HEDEP’ê hatin gel hev.  Welatî, li navçeya Esenyurtê li 5 herêmên cuda bi rê ketin. Li vir jî bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.    Welatiyên li navçeya Bayrampaşayê hatin gel hev, diyar kirin ku armanca wan a esasî, azadiya fîzîkî ya Ocalan e.    Li navçeya Arnavutkoyê jî gelek kes bi rê ketin. Li vir jî welatiyan bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dan.