Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin 2023-11-19 14:52:49   BURSA - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di “Meşa Azadiyê” de axivî û têkildarî pirsgirêka kurd û tecrîdê wiha got: “Werin em vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Divê birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin.”    Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, tevî hemû astengkirinan jî didome. Welatiyên ku li bajarên herêmên Ege û Marmarayê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Bûroya Hiqûqê ya Sedalê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) hatin gel hev, ber bi Gemlîkê ve ketin rê.   QEDEXE Û ASTENGKIRIN   Bi sedan wesayît li gelek noqteyan ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û gelek kesên pê re, li ser rêya Orhangazî ku 20 km’an dûrî Gemlîkê ye, daxuyanî dan. Hatîmogûllari, da zanîn ku ji bo rakirina tecrîdê ber bi Gemlîkê ve dimeşin û wiha got: “Şoreşger, welatparêz û demokrat bi roja ye li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin. Bang li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dikin.”    Bi domdarî Hatîmogûllari ev tişt anî ziman: “Duh li Amed, Çukurova, Serhd û çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê me çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Ji duh ve hêzên ewlekariyê û polîs ji bo astengkirina me dikevin nava hewldanan. Duh jî gelek hevalên me hatin binçavkirin. Îro jî hevalên me yên ji Ege û Îzmîrê berê xwe dabûn vê derê hatin astengkirin û binçavkirin. Li Stenbolê jî heman astengkirin çêbûn. Niha ji çar aliyên Tirkiyeyê ve gel diherike vê derê. Em bi zext û astengkirinên pir cidî yên hêzên ewlekariyê re rû bi rû ne. Divê ev yek were zanîn; vîna gel li vê derê ye. Di serî de gelê kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn li vir in. Gel dibêje; ‘bila tavilê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin.’”   JI BO PIRSGIRÊKA KURD BANG KIR   Di berdewamê de Hatîmogûllari daxuyand ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, mimkin nîne ku gelên Tirkiyeyê di nava rewşeke demokratîk de bijîn û wiha pê de çû: “Ji bo dawî li şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn were, divê pirsgirêka kurd çareser bibe, statûya Rojava were qebûlkirin û gelê kurd bigihije mafên xwe. Di heman demê de heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, heta ku birêz Ocalan muxatab neyê girtin em ê nekarin ji rewşa şer, pevçûn û cihêkariyê xelas bibin.”    Herî dawî jî Hatîmogûllari wiha got: “Werin em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane li ser rêbazekî bixebitin û tecrîda li Îmraliyê rakin. Werin em bi hev re birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin. Em ê li vir meşa xwe bidomînin. Banga me ji bo hemû hêzên demokratîk û saziyên maf, hiqûq û edaletê yên Tirkiye û navneteweyî ev e; werin em bi hev re piştgiriyê bidin çareserkirina vê pirsgirêkê. Em ji hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re dibêjin ku dê meşa me bidome.”    Piştî axaftinê, girseyê dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.