BES-AR: Sînorê birçîtiyê bû 47 hezar û 458 lîre

Parve bike:

ENQERE - Li gorî daneyên BES-AR’ê, sînorê birçîtiyê yê meha Nîsanê bû 47 hezar û 458 lîre û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 38.77 zêde bû. 

 
Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR), daneyê sînorê birçîtiyê ya meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî daneyên BES-AR’ê; sînorê birçîtiyê di meha Nîsanê de bû 47 hezar û 458 lıre û sînorê xizaniyê jî derket 113 hezar û 530 lîre. Li gorî daneyan, rojane lêçûna jiyaneke bitendurist hezar û 581 lîre derbas kir. Li hêla din, lêçûnên jiyanê ya ferdekî weke 73 hezar û 634 lîre hate aşkerakirin. 
 
Li gorî daneyên BES-AR'ê, li gorî mehek berê sînorê birçîtiyê ji sedî 4.78 û sînorê xizaniyê jî ji sedî 3.69 zêde bû. Li gorî daneyên heman meha sala par jî sînorê xizaniyê ji sedî 38.77 û sînorê xizaniyê jî ji sedî 36.07 zêde bû.