Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan: Agirbesta DYA-Îranê amadekariya şerekî nû ye DOSYA 3
Endamê Fermandariya YRK'ê Şoreş Alan diyar kir ku agirbesta di navbera DYA û Îranê de "amadekariya şerekî nû ye" û got: "Bêyî Kurdan nikarin Îraneke nû ava bikin."
‘Ziman bîra mirov e û jibîrkirina ziman jibîrkirina her tiştekî ye’ DOSYA 4
Muzîkjen Zeynep Kiliç ku bi klaman Kirmanckî hînî zarokan dike, got: "Ziman, bîra mirov e. Jibîrkirina vê bîrê jibîrkirina her tiştekî ye." Hunermend Mûsa Bakî jî got "Em xwe di zimanê xwe de dibînin" bang li dayik û bavan kir.
Hevseroka PJAK’ê: Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin DOSYA 2
Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan ku geşedanên li Îranê ji MA’yê re nirxand, anî ziman ku dibe li Îranê guherînên mezin çêbibin û got: "Kurd dê çarenûsa xwe bi destê kesî ve nehêlin. Şer bibe an nebe, Îran êdî nikare bi vî rengî hebûna xwe bidomîne.”
Gunduzê ji Koma Vateyê: Helwesta li hemberî Kirmanckî wekî 'zarokê dêmariyê' ye DOSYA 3
Nivîskarê Koma Vateyê Denîz Gunduz anî ziman ku helwesta li hemberî Kirmanckî wekî "zarokê dêmariyê" ye û diyar kir ku li dijî metirsiya tunebûnê divê polîtîka û rêxistinbûnek berfireh hebe.
Stratejiya Rêya Sêyem û gavên pêşî yên şoreşê DOSYA
Di şerê DYA-Îsraîl û Îranê de ku niha di rewşek bêçalakî û qurifok de ye, rewşeke encama wê nediyar xwe dide der. Îran, hatiye ber hilweşîna siyasî û aborî û li DYA û Îsraîlê jî, bertekên navxweyî her diçin zêde dibin. Stratejiya Rêya Sêyemîn a Kurdan jî ku li çareseriyekê digere, bingeha şoreşeke nû datîne.
Li Dêrsimê nifşê nû bi zimanê xwe naaxive: Gelo komele ji bo çareseriyê çi pêşniyar dikin? DOSYA 2
Li Dêrsimê nifşekî qet bi Kirmanckî nizane mezin dibe. Eleqeya ji bo tekane komeleya ziman jî pir kêm e. Serokê Komeleya Wêjeyê ya Zimanê Dêrsimê Umît Karabulut got: “Bi dersên hilbijarî nabe. Divê bibe zimanê perwerde, jiyan û aboriyê.”
Metirsî mezin dibe, xebat kêm in DOSYA 1
Li bajarên ku zaravayê Kirmanckî tê axaftin, rewş ne baş e. Her çend hin xebatên akademîk û atolye bên lidarxistin jî, li gorî pispor û komeleyan, pêşeroja Kirmanckî bi zimanê perwerdeyê ve girêdayî ye.
Agirbesta Îran-DYA'yê: Rageşiya li pişt bêdengiya demkî
Agirbesta di navbera Îran û DYA'yê de ji aştiyê bêtir wekî rawestandinekê ye: Di demeke wiha de ku çek li Rojhilata Navînê bêdeng dibin, alozî tenê ber bi aliyekî ve diçin. Ev bêdengî dibe ku ne dawî be, lê belê nîşaneya pevçûnên mezintir be.
Newroz 2026: Li qadan banga ‘azadî û demokrasiyê’ bilind bû
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê /Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” ne tenê wekî pîrozbahiyekê çandî, di heman demê de wekî qadeke bihêz a îfadeya civakî û siyasî derkete pêş. Bi taybetî pîrozbahiyên li Amed, Wan û Stenbolê, hem bi girseya beşdar hem jî bi kûrahiya peyamên hatine dayîn balkêş bûn.
Li Iraq û Lubnanê çi diqewime: Tevgera Haşdî Şabî, HTŞ û Hîzbullahê berdewam dike
Metirsiya veguherîna şerê Îranê bo şerekî herêmî, li ser sînorên Sûriyeyê yên bi Iraq û Lubnanê ve tê çavdêrkirin. Li Sûriyeyê tevgera HTŞ’ê, di sînorê Iraqê de ya Haşdî Şabî û di sînorê Lubnanê de jî tevgera Hîzbullah zêde bûye.
Li Îranê firsend û gef
Êrişên li ser Îranê berdewam dikin, lê ligel vê lêgerîna gelan a ji bo azadî û statuyê dê diyarker be. Li dijî daxwazên Kurdan, Tirkiye xwedî wê potansiyelê ye ku tevlî şer bibe.
Ji Weqfa Rosa Luxemburg Donia Abbas: 8’ê Adarê ne roja pîrozkirinê ye, roja redkirinê ye DOSYA
Ji Ofîsa Îsraîlê ya Weqfa Rosa Luxemburg Donia Abbasê diyar kir ku 8’ê Adarê ne pîrozkirinek e, roja redkirina dagirkerî û serweriyê ye ku dixwazin paşeroja wan diyar bikin û got: “Peyama ku ji pergala baviksalar a heyî re tê dayîn ev e; rewabûn li ser serdestiyê nayê avakirin. Ewlehî cihê wekheviyê nagire.”
PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin HEVPEYVIN
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAK’ê Zagros Enderyarî bal kişand ser lêgerîna DYA û Îsraîlê ya ji bo tifaqa bi Kurdan re li Îranê û got: "Guherîna ku li Îranê tê xwestin bê kirin an jî tê plankirin, bêyî Kurdan nabe, ew jî bi vê yekê dizanin."
Şaredariyên Amedê ketin nava tevgerê: Kargehên di parkan de dê bêne veguherandin DOSYA
Li Amedê piraniya kargehên di parkan de an wekî qehwexaneyên okeyê têne bikaranîn an jî xizmetên li dijî peymanê didin. Şaredarî ketin tevgerê da ku kargehên ku qeyûman bê îhale pêşkêşî kesan kirine, veguherînin tesîsên civakî.
Ji erdnîgariya ku şîn lê vediguhere berxwedanê: Hêza me zelaliya exlaqî û bîra kolektîf e DOSYA
Jinên Belûç ên ku li erdnîgariyekê di navbera sînoran de dabeşkirî dijîn, li dijî pergala baviksalar têkoşîna zayendî û li dijî zextên dewletê jî têkoşîna nasnameya neteweyî didin. Aroosa Baloch got: “Jinên Belûçistanî şîn veguherandin tevgerê û heta ku bêedaletî berdewam bike, dê berxwedan jî berdewam bike.”