Pîrozbahî berdewam dikin: Kurdî bi saya dayikan hat parastin
Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de çalakî û panel hatin lidarxistin û di panelê de hat gotin: "Ziman û jiyana Kurdistanê heta îro bi saya dayikan hatiye parastin."
Li Kerboranê banga ji bo Kurdî: Zimanê me nasnameya me ye
Welatiyên Kerboranê îşaret bi girîngiya zimanê Kurdî krin û bang li her kesî kirin ku bi Kurdî biaxivin.
Nivîskar Leylana Sidîq: Perwerdeya bi zimanê dayikê bingeha avakirinê ye
Nivîskar Leylana Sidîq di panela bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê de axivî û got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê, bingeha avakirinê ye.”
KNK: Ji bo Kurdan ziman meseleya man û nemanê ye
KNK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got meseleya ziman ji bo Kurdan ne tenê meseleya têkilîdanînê lê meseleya man û nemanê ye.
‘Dê statuya Kurdî tevkariyê li demokratîkbûyînê bike'
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê anî ziman ku bikaranîna zimanê Kurdî di perwerde, tenduristî û hemû warên jiyanê de dê tevkariyê li demokratîkbûnê bike.
Li dijî bişaftina çandî: Amargî
Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê Çekdar Odungît ku demek berê hat vekirin, diyar kir ku wan bi têgihîştina "vegera koka xwe" li dijî asîmîlasyona çandî dest bi vê rêwîtiyê kirine û ew armanc dikin ku bi rêya xebatên çandî, hunerî û zimanî ji bo ciwanan qadeke jiyanê ya alternatîf biafirînin.
Jinên Xaçortî: Zimanê me hebûna me ye, em ê nehêlin winda bibe
Jinên li taxa Xaçortê dijîn, xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û peyama "Zimanê me nasnameya me ye, çanda me ye, hebûna me ye" dan.
'Em diçin gundê xwe, her kes bi Tirkî diaxive'
Husnu Gungor ku baxlemayan tamîr dike û di heman demê stranên Kirmanckî dibêje, bi gotina "Em diçin gundê xwe, lê her kes bi Tirkî diaxive" bal kişand ser pêwîstiya parastina Kirmanckî.
'Kurdbûna me, bi zimanê me ve girêdayî ye'
Mamosteyê Komeleya Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurdî ya Dîlokê Abdullah Înce, der barê Roja Zimanê Kurdî de ku got, "Nasnameya me ya Kurdî bi zimanê me ve girêdayî ye," hemûyan kesan vexwend çalakiyên 15-16'ê Gulanê.
'Divê zarokên me xwe bi zimanê xwe îfade bikin'
Hevseroka MEDYA-DER'ê Emîne Dîkmen Irgatê diyar kir ku divê têkoşîna ji bo pêşîgirtina li windabûna zimanê Kurdî berdewam bike û got: "Em dixwazin zarokên me xwe bi zimanê xwe yê dayikê bînin ziman."
Li Botanê encamnnameya komxebata ziman hat eşkerekirin
Di encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê de ku di 10'ê Gulanê de li Cîzrê bi dirûşmeya "Perwerdehiya Kurdî, Statu Kurdî" hat lidarxistin, pêşniyaz û encamên berfireh dihewîne.
Li pêşiya Mizgefta Mezin dîwana dengbêjan hate danîn
Di çarçoveya Cejan Zimanê Kurdî de li Mizgefta Mezin a li Sûrê dîwana dengbêjan hate danîn.
Li bajarokê Gundikê Melî pîrozbahiya Adarokê hate lidarxistin
Li bajarokê Gundikê Melî çalakiya Adarok a ku sedsalan e tê lidarxistin, îsal jî bi coş hate pîrozkirin.
Li Giyandînê dîwana dengbêjan hate danîn
Li Giyadînê di dîwana ku bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî hate danîn de giringiya zimanê dayikê hate destnîşankirin.
Giyadîn'de dengbêj divanı
Kürt Dil Bayramı vesilesiyle Giyadîn de kurulan dengbêj divanında anadilin önemine vurgu yapıldı.