Li Çînê teqîn: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Çînê di febrîqeyeke fîşekên hewayî de teqîn çêbû. Di teqînê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 61 kes jî birîndar bûn.
Bihayê brent petrolê nêzî 114 dolaran bû
Bandora rageşiya di navbera Îran-DYA’yê de ya li ser bihayê petrolê didome. Bihayê brent petrolê derket dora 114 dolaran.
Trump: Dijminatiya bi Îranê re bi dawî bû
Qesra Spî, nameyek ji Kongresê re şand û diyar kir ku dijminatiya bi Îranê re bi dawî bûye.
Di rageşiya DYA-Îranê de plana Hurmuz û nîqaşên li ser rayeya şer
Rageşiya di navbera DYA-Îranê berdewam dike, bandorên şer ên li ser aboriyê, plana DYA’yê ya Tengava Hurmuzê û nîqaşên kongreyê yên li ser rayeya şer di çapemeniya cîhanê de cî girt.
Ji UNICEF’ê rapora Afxanistanê
UNICEF'ê di rapora xwe ya li ser Afxanistanê de diyar kir ku niha li welêt milyonek zarokên keç ji perwerdeyê bêpar in û heke qedexe berdewam bike ev hejmar dê heta sala 2030'yî bigihîje 2 milyonî.
Îran: Kiryarên DYA'yê ‘korsantî û terorîzm' in
Nûnerê Daîmî NY'yê yê Îranê Emîr Seîd Îravanî, ji ber nerexnekirina kiryarên DYA'yê rexne li Konseya Ewlehiyê kir û got ku kiryarên DYA'yê "korsantî û terorîzm" in.
Li Endonezyayê qezaya trenê: 4 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
Di qezaya trafîkê ya li herêma Rojavayê Java ya Endonezyayê qezaya trenê çêbû. Di qezayê de 4 kes mirin, 38 kes birîndar bûn.
15 sendîkayan bang kir: Bila ‘mafê hêviyê’ bicih bînin
15 sendîkayan bang li Konseya Ewropayê kirin û xwestin ji bo Abdullah Ocalan verastkirinên hiqûqî bên kirin û “mafê hêviyê” were bicihkirin.
Kuştina Wezîrê Parastinê yê Maliyê hate piştrastkirin
Berdevkê Hikûmeta Demkî ya Maliyê Tuggeneral Issa Ousmane Coulibaly da zanîn ku Wezîrê Parastinê General Sadio Camara di êrişê de hatiye kuştin.
Lêçûnên şer di sala 2025’an de jî zêde bûn
SIPRI’yê da zanîn ku di 11 salên dawî de li seranserî cîhanê lêçûnên şer zêde bûne û got di nava salekê de ji bo şer 2,9 trîlyon dolar hatine xerckirin.
Kariane Westrheim: Azadiya Ocalan ji bo aştiya mayinde pêwîst e
Kariane Westrheim dîyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) bi dayîna demeke nû ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan dê zirarê bide serdestiya wan û got: “Azadiya Ocalan û beşdarbûna wî ya di pêvajoyê de, ne tenê ji bo edaletê, di heman demê de ji bo aştî, demokrasî û îstîqrara mayinde jî pêwîst e.”
Di xwarina Trump jî tev li bûbû hewldana êrişa çekdarî
Di xwarina Serokê DYA’yê Donald Trump jî tev li bûbûyê de hewldana êriş çekdarî hat kirin.
Li Kolombiyayê êriş: 14 kes mirin, 38 kes birîndar bûn
Di êrişa bombeyî ya li ser rêya bajarokê Cajibio yê Kolombiyayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn.
Bandora hilbijartinên Ingilistanê yên li ser Kurdan
Tê payîn ku hilbijartinên Ingilistanê yên ku dê van rojan de bên lidarxistin, bandoreke mezin li ser Ewropa, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bikin. Rêvebirê Centre for Kurdish Affairs Bektaş Yavuz destnîşan kir ku hejmareke zêde ya hilbijêrên Kurd serlêdan kirine, lê divê ew di xebatên xwe de bêtir koordîne bin.
Şandeya DYA'yê ya ji bo hevdîtina bi Îranê re diyar bû
Dê ji bo muzakereya di navbera DYA û Îranê de, li ser navê DYA'yê dê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navînê Steve Witkoff û şêwirmendê Trump, Jared Kushner beşdarî hevdîtinê bibi