Agirbesta di navbera Îsraîl-Lubnanê de kete meriyetê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Agirbesta ji bo 10 rojan a di navbera Îsraîl û Lubnanê de ku ji hêla Trump ve hatibû ragihandin, kete meriyetê. 

 
Agirbesta demkî ya ji bo 10 rojan ku di navbera Lubnan û Îsraîlê de hate qebûlkirin, li gorî saeta herêmî ya Lubnanê ji saet 00.00’ê ve kete meriyetê. 
 
Serokê DYA’yê Donald Trump ragihandibû ku di mijara agirbesta 10 rojan de lihevkirinek çêbûye. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî ragihand ku ew agirbestê qebûl dikin û dê ji cihên li başûrê Lubnanê dagir kirin dernekevin.