Lêkolînara HRW’ê Ferîşte Abbasî têkildarî Talîban bangî YE’yê kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Lêkolînera Çavdêriya Mafên Mirovan Ferîşte Abbasî, beriya şandeyeke Talîbanê serdana Brukselê bike, bang li welatên endam ên Yekitiya Ewropayê kir ku di têkiliyên xwe yên bi Talîbanê re mafên jin û zarokan a li Efxanistanê bikin mijara sereke. 

 
Lêkolînera Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Ferîşte Abbasî li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku wî berî serdana şandeya Talîbanê li Brukselê hevdîtinên parêzvaniyê temam kirine. Ferîşte Abbasî rexne li hewldanên hin welatên Ewropî yên ji bo çêkirina peymanên koçberiyê bi Talîbanê re kir û ev rêbaz wekî "pir dilşikestî" bi nav kir, di demekê de ku welatiyên Efxanî hîn jî bi zextek giran û qedexeyên berfireh re rû bi rû ne.
 
Lêkolînera mafên mirovan tekez kir ku divê penaberên Efxanî bi zorê neyên vegerandin û divê hikûmetên Ewropî di biryarên xwe de parastina mafên mirovan û bi taybetî mafên jin û keçên Afganî, li ber çavan bigirin.
 
Ev gotinên Ferîşte Abbasî di demekê de hatin ku vexwendina nûnerên Talîbanê bo Brukselê ji aliyê hin çalakvanên mafên mirovan û parêzvanên mafên jinan ve bi nerazîbûnê hat pêşwazîkirin. Rexnegir dibêjin ku her têkiliyeke fermî bi Talîbanê re, bêyî ku rewşa mafên mirovan li Efxanistanê were berçavgirtin, dikare rêxistinê rewa bike.
 
Li gorî agahiyan, Yekitiya Ewropayê plan dike ku bi nûnerên Talîbanê re li ser koçberî û vegera penaberên Efxanî nîqaş bike. Lêbelê, li gorî rêxistinên mafên mirovan, ev gav divê bi hesabê paşguhkirina sînordarkirinên berfireh ên li ser jin û keçên Efxanî neyê.