Peyama xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê di merasîma mezûniyetê de

Parve bike:

AMED - Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ku merasîma mezuniyetê li dar xistin, peyama “Li ser şopa heqîqetê ber bi ronahiyê ve” dan.

 
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, Merasîma Mezuniyetê ya Serdema 41’an a sala perwerdehî û hîndekariyê ya 2025-2026’an li dar xist. Di merasîmê de pankart û dowîzên ku ji aliyê xwendekaran ve hatin hilgirtin bal kişandin. Xwendekarên ku derketin ser dikê, dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin.
 
Di dema merasîmê de ji aliyê xwendekaran ve pankarta “Li ser şopa heqîqetê ber bi ronahiyê ve” hate hilgirtin. Herwiha xwendekaran pankarteke din a ku gotinên “Bila gotina xatirxwestinê ji Karl Marx be; ‘Çerxa dîrokê her tim ber bi pêş û ber bi qenciyê ve dizivire.’ Bimînin di xweşiyê de” yên endamê Şandeya Îmraliyê yê ku jiyana xwe ji dest daye, Sirri Sureyya Onder, li ser bûn hilgirtin. 
 
Di merasîma mezûniyetê de dowîza bi nivîsa “Silav li parêzerên şoreşger be” jî hate hilgirtin û peyamên xwendekaran di hêwanê de rastî eleqeyeke xurt hatin.