Li Mêrdînê ava rûbaran rabû û gelek mal di bin de man

Parve bike:

MÊRDÎN - Li navçeyên Qoser, Stewr, Rişmîl û Artukluyê ji ber barîna zêde avên gelek rûbaran rabûn û hem li navenda bajar hem jî li gundan gelek mal di bin avê de man. 

 
Ji duh ve li Mêrdînê barîneke zêde dibare û ji ber barînê li gelek gundan avên çem û rûbaran rabûn. Li gundên Xerabburka û Emrûdê yên navçeya Qoserê, ava rûbar rabû û gelek malên gundiyan di bin avê de man. Sûlava Emrûdê jî piştî barînan mîna heriyê diherike. Li navenda navçeyê jî Rûbarê Zerganê rabû û ava rûbarî li hin cihan heta nîva taxan çû. 
 
Li navçeyên Stewr û Artukluyê jî avên rûbaran rabûn û gelek zevî di bin avê de man. 
 
Li navçeya Rişmilê jî ji ber barînan Rûbarê Ricleyê ku 12 sal bû nediherikî jî rabû. Ji ber rabûna ava rûbarî gelek zevî û gund di bin avê de man. 
 
Barîna baranê ya li bajar didome.