NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku kurê wî di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatiye binçavkirin, hêj li ser peywira xwe ye. Sonel, li Dêrsimê ji bişaftinê heta talankirina xwezayê, ji qedexeyan heta qeyûmtî û nelirêtiyê bi pratîkên xwe yên nebaş tê zanîn.
Di 13’ê Nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de 13 kes hatin binçavkirin. Yek ji binçavkiriyan jî kurê Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel e. Di dosyeya lêpirsînê de yek bi yek derket holê ka delîlên dosyayê bi hevkariya “walîtî-emniyetê” çawa yek bi yek hatine tunekirin. Lêbelê Sonel ne hate binçavkirin ne jî ji peywira xwe hate dûrxistin.
KARÊ EWIL Ê QEYÛM: TUNCELÎ
Sonel ku di navbera 13’ê Hezîrana 2017’an û 9’ê Hezîrana 2020’an de li Dêrsimê xebitî, weke karê ewil guherandina tabelaya Şaredariya Dêrsimê bû ku weke qeyûm lê hatibû tayînkirin. Sonel, navê Dêrsimê jê bir û navê “Tuncelî” li tabelayê nivîsand. Sonel ê ku di serdema OHAL’ê de peywira xwe kir, ji qedexekirina çalakî-xwepêşandanan heta qedexekirina mihrîcanan û têketin-derketina gundan tê naskirin. Sonel, weke kesekî nêzîu wezîrê karên hundir ê demê Suleyman Soylu tê zanîn.
Sonel dema li Dêrsimê qeyûmtî dikir, firotina gelek neguhêzbarên şaredariyê
îmze kir.
Di serdema Sonel de yek ji mijara derketî pêş jî texrîbata xwezayê bû. Sonel ê ku xwezaya bajar li ber rantê vekir, bû îmzekarê qirkirina daran. Di 17’ê Adara 2018’an de bi îmzeya Sonel û bi hinceta berfirehkirina rêyan gelek daran ji rih ve
hatin derxistin.
JI BO AKP’Ê DENG XWEST
Sonel, di heman demê de beriya hilbijartinên giştî yên 24’ê Hezîrana 2018’an, li Dêrsimê tev li xebatên hilbijartinê yên
AKP’ê bû.
Her wiha Sonel, destûr nedabû ku mudaxileyî şewata daristanan a di 16’ê Tebaxa 2018’an de were kirin. Di 8’ê Îlona 2018’an ku şewat hêj didomiyan de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê weneyên darên bi ceyranê hatine ronîkirin parve kir û got: “Tuncelî... Darên me dibiriqin... Her tişt bi naskirinê dest pê dike... “ parve kir. Hunermend Ferhat Tunç jî bertek nîşan da û got: “Belê Birêz Hezretî Walî, bi rojan in hemû darên li Dersimê
dicirûsin û dişewitin!”
PÎROZIYÊN BAJAR HEDEF GIRT
Sonel ku êrişî pîroziyên bajar dikir, navê xwe û Ana Fatma ku yek ji pîroziyên bajar û ziyaretgehan e da pira li dungê Babaocagi ya li Geliyê Munzurê hatiye çêkirin. Vê jî rê li ber
bertekan vekir.
Yek ji karên Sonel daye destpêkirin û Ajansa Pêşxistinê ya Firatê piştgirî dayê jî “Projeya Bihêzkirina Binesaziya Sporên Xwezayê ya Dêrsimê” bû. Ev proje rastî gelek
bertekan hat.
JI BO ZAROKÊN MIRÎN GOT: EM AVAHÎ BIDIN MALBATA WAN
Di 15’ê Tîrmeha 2018’an de li mezraya Çakilyayla ya gundê Bîlgeçê ya Pulurê de teqînek çêbû. Di teqînê de Ayas (8) û Nûpelda (4) Guloglû jiyana xwe ji dest dan. Sonel, têkildarî mirina xwişk-birayan daxuyanî da û got: “Em ê debara malbatê bikin, malê bidin wan. Zarok şehîdên me ne.” Bi van gotinên xwe yêh sosret di bîra her kesî de
cih girtibû.
Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya qeyûm Sonel de, li gel Meydana Bajar di nava salekê de xebatên nûkirin û sererastkirinê yên Sûka Binerd temam kir û 8 milyon TL xerc kir. Banê sûkê di nava 6 mehan de hilweşiya.
ISRARA LÊGERÎNA DI BENDAVÊ DE
Di serdema Gulistan Doku hatibû qetilkirin de Sonel bi israr hewl dida xebatên lêgerînê di gola bendavê de
bidomin.
Tevî daxwaza binçavkirina Zaînal Abarakov ku kesê herî dawî bi Gulistan Dokuyê re hevdîtin kirî bû, Sonel bi malbata Dokuyê re hevdîtin kir û îdia kiribû ku Abarakov ne reviyaye derveyî welat û ji ber delîl kêm in nehatiye binçavkirin û niha di bin çavdêriyê de ye.
Sonel, di 13’ê Çileya 2020’an de li ser hesabê xwe yê X’ê gotibû: “Xebatên lêgerînê yên keça me Gulistan Dokuyê, bi koordîneya walîtiya me, di roja 9’an de li devera Bendava Uzunçayirê-Pira Dînarê bi beşdariya emniyet, cendirme, AFAD û komên noqavê yên girêdayî hêzên deryayî didome. Ji bilî daxuyaniyên me yên fermî, guh nedin daxuyaniyên din....” Sonel, piştî mezinbûna bertekan û bertekên li dijî bûyerên tecawizê, di 16’ê Çileya 2020’an de li bajar çalakî qedexe kir. Şandeya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya mijarê çû serdana walî lê bi cîgirê walî Selçûk Yosunkaya re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji Yosunkaya hatibû pirsîn ka bandora hêzên ewlekariyê ya di bûyerên windakirin, tacîz û tecawizê yên li bajar de çiqqas e. Yosunkaya jî gotibû ku ji saet 19.00’ê ve derketina derve ya hêzên ewlekariyê yên azeb
hatiye qedexkirin.
MALBAT XIST BIN ÇAVDÊRIYE: JI ÇAPEMENIYÊ RE NE AXIVIN
Piştî Sonel tayînî Orduyê hatî kirin, xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Doku di 9’ê Tîrmeha 2020’ê de ragihand ku Sonel jê re soz daye ku dê xwişka wê bibîne. Aygul Dokuyê, diyar kir ku Midûrê ÎŞKUR’ê Ozdemîr Aktaş li ser fermana Sonel her tim li cem wan bû û hewl dida wan araste bike. Aygul Dokuyê got: “Aktaş ji min re got ‘Bi gel re, ji çapemeniye re, bi tu kesekî re neaxive, bêdeng bimîne, têkiliyên te yên bi çapemeniye re bila baş nebin, tenê ji Tuncay Sonel bawer be, dê Gulistanê bide te.’” Aygul Dokuyê, da zanîn ku dê biçûna Enqereyê lê destûr nehatiye dayin û jê re gotine “Neçin Enqereyê, hinek aram bin, sebir bikin û ji Sonel bawer bin.” Bi domdarî got: “Em jî ji Sonel bawer bûn. Me digot dê cenazeyê xwişka me bibîne. Lê belê dema niha lê dinêrim, min ferq kir ku tenê em mijûl kiriye.”
MA / Bêrîvan Altan