Barzanî bi Barrack re civiya

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeye Tom Barrack re civiya.

 
Serokê Hêrma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdasrî 5’emîn Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê bû û bi Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack re civiya. Barzanî piştî civînê daxuayanî da û diyar kir ku civîn sûdewer bûye û têkiliyê di navbera DYA, Iraq, Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî ên herêmê hatine gotûbêjkirin.  
 
Di daxuyaniya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate weşandin de, hate diyarkirin ku di civînê de rewşa dawî ya Sûriyeyê û rewşa Kurdan hatiye gotûbêjkirin. Herwiha hate gotin ku geşedanên li Rojhilata Navîn û pevçûnên li ser ewlehiya herêmê bandor dikin hatine nirxandin. 
 
Her du aliyan bal kişand ser bandora şer a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û girîngiya hevamengî û xebata berdewam a ji bo aştiyê û parastina aramiyê hate destnîşankirin.
 
Di daxuyaniya Serokatiyê de hat diyarkirin ku çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng bûn hatin nirxandin.
 
Serokatiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya forûmê de bi serkirdeyên cîhanê û rayedarên payebilind re rêzecivînan pêk bîne.