Der heqê Tuncay Sonel de lêpirsîn hate destpêkirin
- Rojane
- |
- 17 Nîsan 2026 11:36
- |
DÊRSIM - Wezareta Karên Hundir, der heqê waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel de ku di lepirsîna Gulistan Dokuyê de yek ji gumanbarên sereke ye, lêpirsîn da destpêkirin.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, di çarçoveya lêpirsîna windakirina xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê de, der heqê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel de lêpirsîn da destpêkirin.
Malbata Gulistan Dokuyê û parêzerê malbatê Alî Çîmen, diyar dikir ku plangerê tevahiya bûyerê Tuncay Sonel e, yekemîn berpirsyarê windakirina Gulistan Dokuyê Sonel e û dixwestin were girtin.