Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de polîsan dîmen û qeydên hatine xwestin neşandine

Parve bike:
DÊRSIM - Di dosyaya Gulistan Dokuyê de derket holê ku dîmenên ji polîsan hatine xwestin û qeydên tespîtkirina wesayîtê negihiştine ber destê dozgeriyê. 
 
Di lêpirsîna dosyaya Gulistan Dokuyê de her roj agahiyên nû derdikevin holê. Belgeyên nû derketin holê, careke din radixe ber çavan bê çima lêpirsîn ji hêla cendirmeyan ve tê domandin. Li gorî belgeyan, dozgeriyê gelek dîmenên weke delîl dihatin hesibandin ji polîsan xwestine lêbelê tu yek ji wan dîmenan ji dozgeriyê re nehatine şandin. Di belgeyan de hate gotin ku dîmenên têketina mala polîs Engîn Yucer tune ne, dîmeneke heyî jî pir dûr e û nasnameya kesên ketine avahiyê jî nehatiye tespîtkirin. 
 
Di heman demê de hate gotin ku tespîta wesayîtên di qeydên zanîngeh û FEDATŞ PTS’ê yên ser îstîqameta Xarpêt-Dêrsimê hatiye kirin lêbelê ev tespît ne li gorî dema dozger dixwest bû. Dozgeriyê dixwest qeydên di navbera 11.00 û 16.00’ê de bên şandin lêbelê polîsan qeydên di navbera saet 16.00 û 17.00’ê de şandine. 
 
MA / Şîlan Şîrvan Çîl