Şîna Zeynep Cansizê bi dayina xwarina xêrê bi dawî bû

Parve bike:

DÊRSIM - Şîna dayika Sakîne Cansizê Zeynep Cansizê di roja 3’yan de bi dayina xwarina xêrê bi dawî bû. 

Di roja sêyemîn a şîna dayika yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansizê Zeynep Cansizê de xwarina xêrê hate dayin. Xwarin, li restouranteke li ser rêya Dêrsim-Pulurê hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. 
 
Piştî dayina xwarina xêrê, şîn bi dawî bû.