‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’

RIHA - Jinên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan hatin Xelfetiyê, xwestin ku dewlet gavan biavêje û gotin: “Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe û em rojbûna wî bi hev re pîroz bikin.” 

Bi boneya sala 76’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parka 4’ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê mihrîcan hat lidarxistin. Mihrîcan du rojan domiya û bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdar bûn. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan mohra xwe li mihrîcanê da û daxwaza ku dewlet gavan biavêje derket pêş. 
 
Jinên tev li mihrîcanê bûn, têkildarî mihrîcanê û pêvajoyê axivîn. 
 
‘ROJBÛNA KURDAN E’
 
Sidika Denîz (55) ku li mezraya Wahnê Balê ya 4 km’an dûrî gundê Amarayê beşdarî mihrîcanê bûbû, wiha got: “Em di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin. Rojbûna Rêbertiyê rojbûna hemû Kurdan e. Tekane daxwaza me ew e ku rojbûna din bi wî re pîroz bikin. Em dixwazin wî bibînin û lê guhdar bikin. Pêvajoyek heye û Rêbertî tişta dikeve ser milê xwe dike. Heta xwestin mihrîcanê jî asteng bikin. Bila rojbûna Rêbertiyê bibe wesîleya aştiyê.” 
 
‘DEMA ZAROK JÎ PÊŞENG BÛ’
 
Naîle Denîz (80), jî destnîşan kir ku zaroktî û ciwantiya Abdullah Ocalan tê bîra wê û ev tişt anî ziman: “Ez çavên Rêbertiyê maç dikim. Ez hezkirinên xwe dişînim Îmraliyê. Tekane daxwaza min ew e ku beriya mirinê wî bibînim. Ez 4 salan ji wî mezintirim. Gundên me nêzî hev in. Dema ciwan bû hate gundê me, li mala me xwarin dixwar. Li Cibînê dema dibistan dixwend, pêşengtiya zarokan dikir. Me gelek caran bihîst ku li pêşiya zarokan nimêj dikir. Dixwazim ew azad bibe. Êdî bes e, bila mirov nemirin. Ev têkoşîna bi sedan sala ye didome. Ev têkoşîn ji Îbrahîm Xelîl heta Şêx Seîd û roja me didome.” 
 
‘EM BI RÊBERTIYA XWE RE NE’
 
Meryem Uruc (69) jî ji gundê Çîkanê yê Hewagê ku 15 km’an dûrî Amarayê ye beşdarî mihrîcanê bûye. Meryem Uruc, got: “Rêbertî nêzî 50 sal berê hate gundê me û di Rûbarê Cîkanê de soberî kir. Wê demê xwendekarê zanîngehê bû. Hevalên wî jê re gotin dê ber avê bikevî. Wî jî got; ‘Heke ez ber avê bikevim dê tevahiya Kurdistanê ber avê bikeve û biçe.’ Pismamên min ên li wir dîtine û bihîstine. Her tim ji me re vedigotin. Em bi Rêbertiya xwe re ne.” 
 
‘BAWERIYA ME YA BI RÊBERTIYÊ TAM E’
 
Îslîm Urucu ku birayekî wê di şer de jiyana xwe ji dest daye jî wiha got: “Birayê min hamza li Kobanê di rêya wî de çû û jiyana xwe ji dest da. Baweriya ya me ya bi Rêbertiyê tam e. Ne tenê rêberê Kurdên li Tirkiyeyê ye, her wiha yê hemû Kurdan e. Ew aştiyê dixwaze û em jî piştgiriyê didin. Dawiya vî karî aştî ye. Çawa ku her tişt ji bi barîna baranan sûdê bigire, her kes dê ji aştiyê jî sûdê bigire. Dê Apo ji Îmraliyê derkeve û em ê wî bibînin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Havva Yalçinkaya (52) ku kurê wê Dijwar Tolhildan di şer de jiyana xwe ji dest daye jî anî ziman ku tekane daxwaza wan aştî ye û got: “Bila êdî tiştên xweş çêbibin û ev zilm bi dawî bibe. Em dixwazin 4’ê Nîsanê tevî Rêbertiyê pîroz bikin. Rêbertiya banga aştiyê kir lê dewletê hêj gav neavêtiye. Divê gavan biavêje.”
 
Fatma Beçet ku keça wê Ayten Beçet di 23’yê Adara 2019’an de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîda ser Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû jî diyar kir ku ji Dîlokê hatiye Xelfetiye û wiha got: “Em dixwazin Rêbertiya me were berdan. Dewletê heta niha jî gav neavêtiye. Em li Parka 4’ê Nîsanê bang li dewletê dikin; demildest gavan biavêjin. Kesek nikare xwe li pêşiya aştiyê bigire.” 
 
MA / Emrullah Acar

View More Articles

10:57 Öcalan has to be free, there could be no process without him says Kariane Westrheim
10:50 Mahsum Korkmaz's brother: We want an honourable peace
10:43 31 years in prison: Call accepted wholeheartedly in prison
06/04/2025
15:04 Murdered Journalists Day: 15 journalists murdered in the last 5 years
13:50 JINNEWS: 24 women murdered in March
13:36 Women in Xelfetî: We want to celebrate April 4th with Öcalan
10:49 Mother lost 2 children: Peace possible through dialogue
10:07 Çiftçi, 84, was on the road to Amara with his red scarf
09:24 First footage from MA: Hundreds of skulls and bones found under the church
04/04/2025
12:05 Kurd Archive: 30 years of treasure unravelling
12:03 4 April Festival continues on 2nd day
12:02 'Birth of Abdullah Öcalan is rebirth of Kurds'
11:03 Photojournalist: We were detained due to showing the violence
11:01 'Şervano' song found dangerous, artist penalised
03/04/2025
22:19 Letter from Abdullah Öcalan to Youth
17:15 Amara marchers march to Xelfetî despite attacks
14:40 Amnesty International: Massacres of Alawite civilians must be investigated as war crimes
14:33 Youth march on its 3rd day: 33 'dream travellers' commemorated
13:58 DFG March report: 21 journalists detained, 8 arrested
13:03 4 April Festival enthusiasm in Xelfeti
12:09 At least 56 Baloch massacred in Iran in 3 months
11:30 Kurds and their friends in Europe prepare to 4 April
11:17 Women celebrated 4 April in Çiyayê Reş
10:59 Prisoners sentenced to 20 months 'family visit ban'
09:36 16 people detained in Istanbul
09:35 'Right to Hope' must be ensured says Ayse Celikbilek
09:08 Sabiha Aslan went to İmralı after 6 years: They are in good health and morale
02/04/2025
19:04 'The sun born in Amara rises in İmralı'
14:09 Amara marches in Curne Reş
13:54 March war balance sheet: 11 thousand 585 attacks
10:11 'Öcalan has developed a new understanding of politics'
09:49 Amara ready to welcome guests
09:38 Let's walk together on the path opened by Abdullah Öcalan say young people
31/03/2025
18:52 Prisoners in İmralı meet with their relatives
30/03/2025
13:20 Rojin Kabaiş and Narin Güran commemorated
13:04 Attacks continue despite ceasefire
12:44 Youth: Let's be at Amara with spirit of Newroz
11:11 HDK Co-Spokesperson: The issue is not CHP but democracy
10:31 Special regime in İmralı must change says DBP member
09:25 4 April invitation from Öcalan
09:05 Father of 2 HPG members whose bodies not returned: Steps must be taken for a solution
28/03/2025
14:01 BYC: Journalist Khan forcibly dissappeared for reporting violence
13:34 Austrian politicians: Turkey must heed Öcalan's message
11:25 4-month İmralı report: 'urgent' application to CPT
09:23 House raids in Ankara and Istanbul: 2 journalists detained
09:23 'New system cannot be built in Syria without participation of women'
09:22 One month passed since Abdullah Öcalan's call: Physical freedom must be ensured
09:21 Struggle for peace and democracy cannot be separated says Tunç Soyer
08:48 3 arrests in Ankara
08:13 Resistance at METU throughout the night