Bernameya Newrozê ya Rojava aşkera bû
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rojava ragihand ku Newroza Îsal dê li 7 bajaran bi dirûşma “Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin” were pîrozkirin.
- 19:20
Kampa Newrozê di bin avê de ma
Kampa Newrozê ya li Dêrikê ji ber barana ku ji duh ve dibare tijî av bû. Komîteyên rewşa awarte dest bi tesbîtkirina zeraran kiriye.
- 18:34
Pîrozbahî didomin: Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Semsûrê de ciwanan sema kirin. Di pîrozbahiyên li Sêrtê de jî peyama "Newroza te pîroz be Rêberê Gelê Kurd" hate dayîn.
- 18:17
Li Edeneyê şahiya Newrozê
Li Edeneyê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve şahiya Newrozê hate lidarxistin.
- 17:09
Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
Platforma Saziyên Demokratîk, kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
- 16:54
Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand.
- 16:10
- 15:45
Li Semsûrê coşa Newrozê: Bê Serok jiyan nabe
Welatiyên Semsûrê yên agirê Newrozê vêxistin, qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin û gelek caran dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.
- 14:45
Pervîn Buldan: Em dikevin pêvajoyeke ku dê hevalên me yên girtî bên berdan
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newrozê ya Îdirê de axivî û got: “Em êdî dikevin pêvajoya ku dê hevalên me yên girtî bên berdan. Bi avêtina gavên pratîk re dê hevalên me bên berdan.”
- 14:31
Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin
Li Qersê tevî barîna berfê jî Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
- 14:30
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê pêla duyemîn a operasyonê
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê pêla duyemîn a operasyonê hate lidarxistin. Di operasyonê de burokratên payebilind jî di nav de gelek kes hatin binaçvkirin.
- 14:00
Ciwan li Enqereyê civiyan
Ciwanên li ser banga Meclisa Ciwanan a HDK’ê li Enqereyê icviyan, diyar kirin ku dê ciwan di avakirina aştiyeke birûmet de çalak cih bigirin.
- 13:51
Newroza Aydinê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû
Di pîrozbahiya Newrozê ya Efeler a Aydinê de bi dirûşman daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin. Wekîl Alî Bozan di pîrozbahiyê de got: “Ji Aydinê em hezaran silavan ji Girava îmraliyê re dişînin; silav ji te re ey Rêber Apo. Newroza te pîroz be birêz Ocalan.”
- 13:49
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.
- 12:52
Li Mêrdînê ava rûbaran rabû û gelek mal di bin de man
Li navçeyên Qoser, Stewr, Rişmîl û Artukluyê ji ber barîna zêde avên gelek rûbaran rabûn û hem li navenda bajar hem jî li gundan gelek mal di bin avê de man.
- 12:37
Wezareta Pêşmergeyan got hêzên wan tev li êrişên li dijî Heşdî Şebî nebûne
Wezareta Pêşmergeyan a girêdayî hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê îdiaya ku hêzên wan tev li êrişa ser Heşdî Şebî bûne derewand û got: “Hêzên me tev li êrişa li dijî wîlayeta Selahaddînê nebûne.”
- 12:15
Ji Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat peyama 'têkoşîna hevpar'
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo netewe û azadîxwazên li Îranê peyamek weşand û banga têkoşîna hevpar kir.
- 12:10
Li Îdir, Qers û Semsûrê Newroz hat pîrozkirin
Li Îdir, Qers û Semsûrê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk”, pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
- 11:25
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Qoser, Stewr, Mûş û Agiriyê hatin taloqkirin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Qoser, Stewr, Mûş û Agiriyê ji ber barîna baran û berfê hatein taloqkirin.
- 10:42
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome
Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 16’an de didome û ji duh ve her du aliyan gelek noqteyên leşkerî û aborî hedef hatin girtin.
- 10:37
Mêrsîn xwe ji bo Newrozê amade dike
Welatiyên xwe ji bo Newroza Mêrsînê amade dikin, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kir û banga tevlibûna Newroza ku dê di 22’yê Adarê de bê lidarxistin kirin.
- 10:15
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin
Rojnameger Leila Kari Khamaneh ku ji ber zextên rejîma Îranê koç kiriye, diyar kir ku rejîm dijminê jina ye û got: “Hikûmet li bendê ye xelkê Îranê bigirî lê em êdî şînê nagirin, direqisin.”
- 10:10
Jinên ku Newroz kirin Newroz
Sema, Rahşan, Ronahî, Zekiye, Elefteria û Bêrîvan; her yek ji wan di Newrozekî de laşê xwe dan ber agir û li dijî zilm û zextê serî hildan. Agirê têkoşîna ku li dû xwe hiştin, roj bi roj geştir bû.
- 09:49
Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket
Hejmara 159’an a kovara Jinê bi manşeta “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket.
- 09:19