SILÊMANIYE - Rojnamevan Baran Germiyanî diyar kir ku nediyariya hilbijartinên Iraqê dê heta roja dawî bidome û destnîşan kir ku ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek, dê pirsgirêkên gel çareser bibin û got: "Dibe ku tevgereke nû derkeve holê."
Li Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê çend roj mane. Hilbijartina ku dê di 11'ê Mijdarê de bê kirin, 21 milyon û 404 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne. Ji bo hilbijartina 329 kursiyên parlamentoyê, bi giştî 7 hezar û 768 namzet, 2 hezar û 248 jê jin û 5 hezar û 520 jê mêr, dikevin pêşbaziyê. 75 namzetên serbixwe, 31 tifaq û 38 partî beşdarî hilbijartinan dibin. Gel derbarê ewlehiya hilbijartinan de xwedî fikarên cidî ye. Ger hilbijartin çêbin, xetereya şer û pevçûnên komên girêdayî hin mezheb û rêxistinan jî tê ziman.
Rojnameger Baran Germiyanî yê ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê geşedanan ji nêz ve dişopîne, girîngî û xetereyên muhtemel ên hilbijartinan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
Çav û guhê hêzên kûrewî û herêmî li ser hilbijartinên Iraqê yên ku dê di 11'ê Mijdarê de bên lidarxistin e. Çima ev hilbijartin girîng in û taybetmendiyên wan ji yên din çi ne?
Li Rojhilata Navîn guhertinên girîng diqewimin, hin dewlet ji nû ve tên damezrandin û hin rejim hatin rûxandin. Hilbijartinên Iraqê jî di demek wiha de tên kirin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin girîng in. Hin taybetmendiyên van hilbijartinan hene ku wan ji yên din cuda dikin. Şerê Îsraîl-Xezeyê, şerê Îsraîl-Îranê, tevlîbûna DYA’yê di vî şerî de, herwiha hilweşandina rejîma li Sûriyeyê... Ji bo Iraqê jî rîskeke wiha heye. Dibe ku tevgereke nû derkeve holê. Ji ber vê yekê girîng e. Herwiha çavê dewletên derdorê jî li ser van hilbijartinan e. Îranê di sala 2005’an û piştî wê bandora xwe li vir zêde kir. DYA jî dixwaze bi rêya van hilbijartinan bandora xwe li Iraqê zêde bike. Li ser Iraqê şerekî wiha heye. Rewşa Başûr (Herêma Federe ya Kurdistanê) jî heye. Ev xetere ji bo wir jî derbasdar in. Dibe ku hin guhertin çêbibin, hikûmet biguhere.
Di navbera kîjan partiyan de nakokî heye?
Di navbera Sudanî (Muhammed Şiya es-Sudanî/serokwezîrê niha) û Malikî (Nûrî el-Malikî/serokwezîrê berê) de nakokiyek heye. Sudanî dixwaze careke din bibe desthilat. Li hemberî wî Malikî heye. Hemû Şîe di lîsteya Malikî de ne. Sadr (Muqteda es-Sadr) ji hilbijartinan vekişiya. Sudanî dixwaze careke din bibe serokwezîr. Malikî jî dixwaze wek berê bibe desthilat.
Biryara boykotê ya Muqteda es-Sadr dê bandorê li ser hilbijartinan çawa bike?
Tevgera Sadr, li Iraqê tevgera herî naskirî ye. Xwedî girseyeke mezin e. Di hilbijartinên berê de jî boykot kiribû, beşdarî hilbijartinan bûbû lê wekîlên wî yên hatin hilbijartin neketin parlamentoyê. Di hikûmetê de cih negirt. Îsal jî got ku naxwaze beşdarî parlamento an hikûmeteke ku bi gendeliyê tê naskirin, bibe. Lêbelê berê ew jî di nava pergaleke bi vî rengî de bû. Beşdarnebûna Sadr bandoreke mezin li ser hilbijartinên Iraqê dike. Ji ber ku tevgera herî naskirî ye. Helbet bandor dike.
Dê rêjeya beşdarbûnê kêm bike?
Rêjeya beşdarbûna van hilbijartinan dibe ku ji yên din kêmtir be. Sadr dora 1 mîlyon hilbijêrên wî hene û ew ê beşdarî hilbijartinan nebin. Ev jî dê bibe sedema kêmkirina rêjeya beşdarbûna hilbijartinan. Berê rêjeya beşdarbûnê di navbera %40 û %50’î de bû, di van hilbijartinan de dibe ku ev rêje hêj zêdetir dakeve.
Sedemên beşdarnebûna Sadr di hilbijartinan de çi ne?
Sadr naxwaze di hikûmeteke ku bi gendeliyê tê naskirin de cih bigire. Sedema wî ev e. Naxwaze Îran bandorê bike. DYA’yê jî hin nav li lîsteya Şîeyan zêde kirine. Sadr naxwaze li dijî Îranê derkeve, lê naxwaze ku Îran mudaxeleyê jî bike. Ji bo DYA’yê jî wisa ye. Ji ber vê yekê naxwaze beşdarî hilbijartinan bibe.
Partiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê çawa xwe ji bo hilbijartinan amade dikin?
PDK weke berê propagandaya xwe li ser neteweperestiyê bi rêve dibe. Di nava wan de jî cudahî heye. YNK di xebatên hilbijartinê de propagandaya çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Bexdayê dike. Çareseriya pirsgirêkên wekî budçe û xala 140’î (derbarê statûya Diyala, Mûsil û Selahedînê de) li Bexdayê dixwaze. Dirûşmên wan di vî alî de ne. Lêbelê li ser berjewendiyên gel tu daxuyaniyên wan nînin. Tenê Serokê YNK'ê Bafel Talabanî di civîna xwe ya li Ranyayê de got ku ew ê axa Başûr ji bo hêzeke din peşkeş nekin. Lêbelê daxuyaniyeke cuda ya li ser berjewendiyên gel nehat dayîn. Li ser bandora hêzên derve ya li ser herêmê jî tu gotin nînin. Em nizanin di pêşerojê de dê çawa bidome.
Gelo hemû partiyên Kurd bi awayekî wek hev tevdigerin?
Erê, hemû partî. Li ser dijberiya hev propagandayên hilbijartinê dikin. Li Başûr zêdeyî salek derbas bûye, lê hîn jî hikuûmet nehatiye avakirin. Partî bi vê yekê hevdu sûcdar dikin. YNK dibêje, em rê nadin rêveberiyekek ku tenê PDK tê de beşdar be. PDK jî dibêje "Em amade ne, lê YNK naxwaze." Di navbera wan de şerek heye. Daxwazên gel çi ne, bendewariyên Kurdan ji Bexdayê çi ne, gelo pirsgirêka budçeyê wê çareser bibe... Ev mijar ne di rojeva wan de ne.
Encamên hilbijartinan dê çawa bandorê li ser Herêma Federe ya Kurdistanê bike?
Eger em behsa Başûr an jî Iraqê bikin, divê em li Rojava/Sûriye, Bakur/Tirkiye, Rojhilat/Îran jî binerin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd li her 4 welatan jî yek e. Dema li Başûr pêşketinek çêbibe, bandorê li parçeyên din jî dike. Li Bakur pêvajoya entegrasyonê heye. Li Rojava jî heye. Li Başûr jî bandora entegrasyonê (herçend cuda be jî) heye. Entegrasyona siyasetê dikare li vir jî çêbibe. Ji ber vê yekê divê siyasetmedarên Başûr yek deng bin, ji bo daxwazên gel bixebitin. Çiqas hejmara wekîlên Başûr zêde be û yek bibin, ew qas bandora wan li ser herêmê erênî dibe. Di nîqaşên li ser bajarbûna Helebceyê de, hêzên Şîe û Sunnî li dijî bajarbûna wê derketin. Lêbelê ji ber ku partiyên Kurd li parlamentoyê bûn yek, Helebce bû parêzgeh. Rewşeke wiha heye. Herwiha sîstema teqawidbûnê, pirsgirêka budçeyê, yekîtiya Pêşmerge, pirsgirêkên siyasî û aborî hene. Divê ev hemû pirsgirêk li Bexdayê bên çareserkirin.
Yekitiya partiyên Kurd dê beşdariyê li çareseriya pirsgirêkên Herêma Federe ya Kurdistanê bike?
Ger partiyên Kurd bi hev re tevbigerin û biçin Bexdayê û ji bo pirsgirêkên Kurdan hewl bidin, dê ev pirsgirêk çareser bibin. Mînak, pirsgirêka Kerkûkê hebû. Partiyên derveyî PDK’ê bi Ereban re li hev kirin û koalîsyon çêkirin û Kurdek wek waliyê Kerkûkê hat hilbijartin. Ev rewş ji bo parlamenoya Iraqê jî derbasdar e. Ger li parlamentoya Iraqê bibin yek, dê hemû pirsgirêkên ku min behs kirin çareser bibin.
Îdiayên kirîna dengan çiqas rast in?
Li tevahiya Iraqê rewşeke wiha heye. Her ku beşdarî kêm dibe, dengên hin siyasetmedaran jî kêm dibin. Ji ber vê yekê dixwazin dengan bi pere bikirin. Li tevahiya Iraqê ev rewş heye. Li cihên ku PDK lê desthilatdar e jî heye. Belgeyên vê jî hene. Ji bo vê yekê jî budçeyeke mezin hatiye veqetandin.
Gelo partiyên din jî nakin?
Li partiyên din jî ev yek heye. Li partiyên Şîe û Sunnî, li partiyên din ên Kurd jî heye.
Gelo ev rewş dê bandorê li encamên hilbijartinan bike?
Dê bandora wê çêbibe, lê ne weke ku tê payîn. Ji ber ku beşdarî ewqas kêm e ku bandorê li encamên hilbijartinan nake. Dibe ku hin kursiyan bistînin. Hin partî dikarin hejmara kursiyên xwe yên 10’an derxînin 12’an. Lêbelê beşdarbûna hilbijartinan zêde nabe. Ev jî destnîşan dike ku gel bawer nake ku pirsgirêkên wan dê çareser bibin.
Rewşa paşxistina hilbijartinan heye?
Erê, heye. Her çend Komîsyona Hilbijartinê bibêje ku hemû amadekariyên wan ji bo roja 11'an temam bûne jî, geşedanên li Rojhilata Navîn û bandorên Îran û DYA'yê xetereyek wiha çêdikin. Em nikarin heta roja dawî bizanibin ka dê hilbijartin çêbibin an na. Berê jî wisa bû.
Ewlehiya hilbijartinan çawa ye?
Komîsyon dibêje dibistan amade ne û tevbîrên ewlehiyê temam bûne. L belê hêzên Şîe hene. Wekî Haşdî Şabî. Dibêjin DYA dikare li wan bixe, ew jî dikarin bersivê bidin. Dema di navbera Hemas û Îsraîl de şer derket, Yemen, Sûriye, Lubnan û Îranê para xwe ji vê girtin. Tenê Iraq ma. Iraq jî dikare di vê pêvajoyê de bandor bibe û guhertin çêbibin. Dibe ku Îsraîl û DYA lê bixin. Dibe ku geşedanên cuda çêbibin. Ev jî dikare bibe sedema paşxistina hilbijartinan.
Li Iraqê piştî her hilbijartinê tevlihevî derdikeve holê. Gelo piştî van hilbijartinan jî tevliheviyek tê payîn?
Dibe ku piştî van hilbijartinan jî şer û pevçûn çêbibe. Di sala 2005’an de di navbera hêzên Sunnî û Şîe de şer derket. Piştî wê êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an hene. Êrişên Iraqê yên li ser Kerkûkê çêbûn. Em dibînin ku piştî her hilbijartinê şerek çêdibe. Li ser Iraqê şerek tê meşandin. Hêzên ku me behs kirin, bi derxistina nakokî û pevçûnan, armanc dikin ku li gorî wan hikûmetek bê damezrandin. Dibe ku piştî van hilbijartinan jî rewşeke bi vî rengî çêbibe. Dibe ku hikûmet ji bo demeke dirêj neyê avakirin. Wekî ku li Başûr zêdeyî salekê ye nehatiye avakirin. Li Iraqê jî dibe ku wisa be. Li Iraqê serokwezîr yekser nayê hilbijartin. Piştî dûrxistina Helbûsî (Muhammed Helbûsî/serokê berê yê parlamenoyê ku ji wezîfeyê hat dûrxistin) demek dirêj serokwezîrek nû hat hilbijartin. Carinan kesek 2 salan serokwezîr dimîne. Wî dûr dixin û yekî nû tînin. Ev rewş her berdewam dike. Naxwazin li gorî qanûnan û dema wê hikûmetek bê avakirin.
MA / Azad Altay
