Berîvan ku her roj di rêyên dijwar re ber bi Deşta Sunduz a li navçeya Miksê ve dimeşin, diyar kirin ku ew heqê keda xwe nagirin û ji ber krîza aborî ew ê dest ji sewalvaniyê berdin û koç bikin.
Ji ber qeyrana aborî buhayê zêr zêde dibe û ev jî bû sedem ku mirov berê xwe bidin îmîtasyonê ango teqlîdê. Zêrînger diyar dikin ku di nava çar salên dawî de ji sedî sed zêr bûha bûye, di heman demê de firoşkarên teqlîdê radigihînin ku ev faîz di nava du salên dawî de zêde bûye.
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş, diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de divê astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê rabin û got pêdivî bi “mifredata aştiyê” heye.
Hevberdevkê Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku divê statuya zimanê kurdî were naskirin û got: "Hebûn û azadiya zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e."
Ji ber ku dibistan di betlaneyê de ne, zarok bi beşdarbûna qursên ku ji hêla Kurdîgehê ve hatine vekirin, zimanê Kurdî fêr dibin.
Sînemaya Kizilırmak a di sala 1960'î de hat vekirin û yek ji bîranînên çandî yên bajêr hat hilweşandin.