• img

    Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî

    Abdurrahman Ayhan ku di dema serdana Abdullah Ocalan a li Agiriyê de pê re rêwîtî kiribû, wiha got: “Bi axaftinên xwe re hêvî dida gel. Bandor li mirovan dikir û tê digehand. Tevî hemû lîstikên qirêjî jî paradîgmaya wî li Rojava aj da.”

  • img

    Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin

    Parêzer Emran Emekçî da zanîn ku komplo bi sîstema modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêş xistiye, bi awayekî teorîk hatiye pûçkirin û got: “Dozên ku me li DMME’yê vekirine biryara wan nayê dayîn. Yanî rehenda hiqûqî ya komployê jî ji demboriyê re dihêlin.”

  • img

    Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû

    Girtiyê 30 salî Fesîh Demîrcî diyar kir ku di pêvajoya komployê de li girtîgehan ji bo Abdullah Ocalan çemberek ji agir hat çêkirin û got: “Niha dixwazin wî bidin jibîrkirin. Divê xebat û berxwedanek wisa were kirin ku vê yeke pûç bike.”

  • img

    Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin

    Salih Muslim pêvajoya komploya li dijî Abdullah Ocalan ê ku li Sûriyeyê ew nas kiriye mirxand û got ku tê xwestin ku Peymana Edeneyê ya ku di sala 1998'an de li dijî destkeftiyên kurdan hat îmzekirin, bê berfirehkirin.

  • img

    Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket

    Jinên Ereb, Êzidî û Tirkmen diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê bû û gotin: "Hêzên komploger ê ku dixwestin fikrê netewa demokratîk tune bikin têk çûn. Ev 25 sal in ku birêz Ocalan di nava çar diwaran de ye. Lêbelê fikrê wî gav bi gav belavî cîhanê dibe û komployê vala derdixe. Îlhamê tekoşîna me birêz Ocalane. Komplo bi ser neket hêviya netewa demokratîk mezin dibe."

  • img

    Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham

    Aktîvîsta KJAR'ê Kejal Şêxmohemdî da xuyakirin ku fikra "azadî" ya Abdullah Ocalan ê ku hat xwestin bi komploya navneteweyî bê "tunekirin" ji bo jinên rojhilatî bûye hêz û îlham.

  • img

    Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'

    Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” ku ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin, saleke xwe temam dike. Di çarçoveya daxwaza ku roj bi roj zêde dibe de wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin.

  • img

    Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê

    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku li hemberî hesabên li dijî Rojhilata Navîn weke “gef” dihat dîtin lewma hedef hatiye girtin û got: “Berxwedana gelê me komplo vala derxist. Armanca esasî tunekirina min bû. Ji bo vala derxînim min hewl da bijîm. Bingeha sekna min a li dijî mercên li Îmraliyê ev e.”

  • img

    Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê

    Abdullah Ocalan ê ku 26 sal berê bi komploya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin, tevî hewldanên wî yên di warê çareserkirina demokratîk a meseleya kurd de jî li Ewropayê wekî kesê "nayê xwestin" hat îlankirin û hat xwestin ku bê tesfiyekirin.

  • img

    Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve

    26 sal di ser derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re ku bi şirîkantiya hêzên kûrewî hat derxistin, derbas bûn. "Qirkirina" hatibû armanckirin pêk nehat û agahiyên ku paşê derketin holê "tifaqa berjewendiyê" eşkere kirin.

  • img

    Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek

    Di ser Peymana Lozanê ku tê de biryar hate girtin ku erdnîgariya Kurdistanê bibe çar parçe 101 sal derbas bûn. Yek ji rêveberê NRLS’yê Mûnzûr Şiyar wiha got: “Kurd divê bi yekitiyekê bi dewletên dixwazin demokratîk bikin re peymaneke civakî bikin.”

  • img

    Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin

    Li gel êrişên dijwar û ambargoyê jî efrîniyên li kampên cuda têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê didomînin, her tim bi hêviya vegera ser axa xwe tevdigerin.

  • img

    Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?

    Mehmet Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî birayê wî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tecrîda giran a li Girava Îmraliyê didome û got: "Divê li dijî komplo û tecrîdê gelê me û yên ji xwe re dibêjin 'em demokrat in û mirov in' li qadan li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin."

  • img

    Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin

    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya ku wekî "Komploya Gladioyê ya Mezin" pênase kir, ne tenê li dijî kurdan, li dijî tirkan jî hatiye kirin û got ku tê xwestin ku dubendiyeke tîpîk a Îsraîl-Fîlîstîn bê afirandin.

  • img

    Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin

    Mehmet Reşît Ocalan diyar kir ku bi komploya navdewletî radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan armanc qirkirina gelê kurd bûye û ji bo beşdariya li çalakiyên 15'ê Sibatê bang kir.

LÊGERÎN