Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
- rojane
- 16:27
Amadekariyên mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ku dê Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê li dar bixe qediyan. Cihê mitîngê weke Xaçerêya Dortyolê hate guherandin.
Amadekariyên mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ku dê Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê li dar bixe qediyan. Cihê mitîngê weke Xaçerêya Dortyolê hate guherandin.
TJA, DBP û DEM Partiyê li Silopiya û Hezexê ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
DAD’ê bang kir ku cihê gorê Seyîd Riza û hevalên wî yên 87 sal berê hatin qetilkirin bên eşkerekirin.
Girtî Şaban Kaygusuz ku destek û lingekî wî tune ne û ji sedî 90 astengdar e, di hucreya yekkesî de tê ragirtin û daxwaza wî ya sewqkirinê jî hate redkirin.
Elîf Yaş ev 30 sal in di girtîgehê de ye û tehliyeya wê hate taloqkirin. Parêzera Yaş, Seher Dursun da zanîn ku muwekîla wê neyînî bersiv daye pirsa “Gelo hûn qet fikirîn derbasî qawîşa kesên serbi xwe bibin” lewma Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wê ji bo 6 mehan taloq kiriye.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Qeyûmê herî mezin li qesrê rûdine.” Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî banga tevlibûna mitînga 17’ê mijdarê kir.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê nûçeyên li ser hinek dezgehên çapemeniyê derheqê şaredariyê de hatine weşandin derewandin û gotin: “Zîhniyeta qeyûm hewl dide derewan ji gel re bike û bi vê rêyê xwe rewa nîşan bide.”
Nobeta berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûman li navçeya Xelfetiyê hatiye destpêkirin di roja 12’an de berdewam dike.
Li çolterê Bagokê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û hat diyarkirin ku li herêmê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu îdiaya ku bi Rêberê PKK’ê re li ser telefonê hevdîtin kirine, derewand.
Hat xwestin ku parêzbendiyên Amira îdareyê ya Meclisê ya DEM Partiyê Saliha Aydenîz û 4 parlamenteran were betalkirin.
Seyîd Riza û hevalên wî di 87’emîn salvegera bidarvekirina xwe de li Dêrsimê tên bibîranîn.
Li navçeya Wêranşar a Meletiyê bi pileya 4,9’ê erdhej çêbû.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome. Çakmak, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Divê dewlet gavên jidil biavêje”.