DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
- polîtîka
- 15:50
Hevdîtina ku dihat payîn di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû de were kirin, hate taloqkirin.
Hevdîtina ku dihat payîn di navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû de were kirin, hate taloqkirin.
DEM Partiyê têkildarî pirsgirêkên zimanê dayikê û perwerdeyê 7 pêşnûme dabû Meclisê û her 7 pêşnûme jî di heman rojê de bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Wezareta Karên Hundir axivî û got: “AKP a ku fêm kir dê kursiya xwe winda bike, dîsa li dijî vîna gel derbe kir.” Sezaî Temellî jî li dijî tecrîd û qeyûman banga têkoşîna hevpar kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser pirsa bê ka dê bi Bahçelî re hevdîtinê bikin an na wiha got: “Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li meclisê re hevdîtinê bikin.”
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç têkildarî “Mafê hêviyê” ku Bahçelî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotibû axivî û wiha got: “Mijarên li Meclisê li ser tê axaftin in.”
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Koçyîgît û Sezaî Temellî tundiya polîsan a di dema protestoyên li dijî qeyûman de xistin rojeva Meclisê.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir klu divê nîqaşên têkildarî pirsgirêka kurd tenê bi axaftinên ser kursiya Meclisê bisînor nemînin û wiha got: “Divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan bên amadekirin û pêşî lê were vekirin ku weke muxatab beşdarî pêvajoyê bibe.”
DEM Partiyê daxuyand ku ji bo çareseriyê bêyî dem bê windakirin divê tecrîd bê rakirin û got: "DEM Partî ji bo roleke çalak û avaker bigire ser xwe amade ye.” Partiyê bang li muxalefet û desthilatê kir.
Di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de biryar hat dayîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li hikûmet û hemû pêkhateyên din bê kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku bala wan esasî li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan dê bibe çareseriya meseleya kurd. Dê bingeha berxwedan û têkoşîna me ev be.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nîqaşên ser pêvajoya nû nirxand û wiha got: “Kerem bikin, vaye em amade ne û li vir in. Birêz Ocalan jî got ku amade ye. Wê demê hûn jî gotinên xwe bicih bînin û taloq nekin.”
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniya Devlet Bahçelî nirxand û got: “Bi gef û guran û qeyûman diyalog nabe. Kes nikare me îstîsmar bike. Kurd îro polîtîze bûn e. Kurd dizanin çi dixwazin.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Biryara qeyûman komploya siyasî ye. Wê wîjdana miletê tu carî viya qebûl neke.”
“Nobeta Demokrasiyê” ku endamên meclisê yên CHP’î yên rêveberiya qeyûmê Şaredariya Esenyurtê nahêle bikevin hundir daye destpêkirin, di roja duyemîn de didome.
Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê di Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê de dovîzên “Qeyûm derbeyeke li dijî vîna gel e” hilgirtin.