Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê 50 sal li pey xwe hişt

img

STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû têkildîr 50'emîn salvegera "Berxwedana Karkeran a  15-16'ê Hezîranê" axivî û got: "Çawa 50 sal ber çîna karkeran xwedî li sendîkayan derket dê îro jî bi heman hişmendiyê xwedî derkeve." 

Li  Tirkiyê ji bo çîna karkeran "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê" ku çirûska wê ya ewil di sala 1967'an de pêket xwedî cihek girîng e. Karkeran ji bo sendîkavaniyê parast ji sendîkaya Turk-Îş'ê hatin îxrackirin û di heman salê de wan karkeran Konfedarasyoan Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ava kirin. Di bin sîwana DÎSK'ê de çalakî û şahiyên karkeran zêde bûn û berfireh bûn. Di sala 1970'î de Partiya Edaletê wê demê hikumet bû bi xala hejmara 274-275'an yasaya sendîkayê guhert û xwest DÎSK'ê tasfiye bike. 
 
3 KES TÊN KUŞTIN Û 200 KES BIRÎNDAR DIBIN 
 
Li ser vê yekê di 15'ê Hezîrana 1970'î de bi beşdariya 115 kargehan û 75 hezar karker û di 16'ê Hezîrana 1970'î de bi beşdariya 168 fabrîka û 150 hezar karker ku wek "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîranê" tê nasîn dest pê kir û li tevahiya Stenbol û Kocaeliyê belav bû. Ev çalakî bûn sedema ku li gelek kargehên sendîkaya Turk-Îş lê birêxistin kiribû beşdarî berxwedanê bibin. Fabrîka hemû rawestiyan û li her aliyê karkeran meşan û xwepêşandanan û mitîngan li dar xistin. Di 16'ê hezîranê de polîsan êriş bir ser meşa karkeran û di encamê de 2 karker û esnafek jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan û nêzî 200 kesî jî birîndar bûn. Di xwepêşandanan de gelek karker û reyedarên sendîkaya DÎSK'ê hatin binçavkiri nû girtin. 
 
Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) û CHP li dijî yasaya hatiye guhertin derketin û mijarê birin Dadgeha Qanûna Bingehîn û li ser vê yekê yasa di 9'ê sibata 1972'yan de hat betalkirin. 
 
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bi boneya 50'emîn salvegera 15-16'ê Hezîranê axivî û qala wê pêvajoyê kir û got ew yasa bi berxwedana karkeran hat betalkirin. 
 
'BERXWEDANA 50 SAL BERÊ RÊYA ME RONÎ DIKE' 
 
Çerkezoglû diyar kir ku di şertên pêvajoya koronayê de girîng bû ku karker sendîkavayî bûn û îqtîdar şertên şewbê veguherand fersendê. Çerkezoglû da zanîn ku di pêvajoyek wiha girîng de berxwedana 15-16'ê Hezîranê rêya têkoşîna wan ronî dike. Çerkezoglû anî ziman ku hemû cîhan li dijî pergala heyî ye û karker û kedkar li cîhanê dixwazin di nava jiyanek xweş û azad de bijîn û ji bo zordestiya îqtîdaran li dijî pergala heyî bi îtîraz in. Çerkezoglû destnîşan kir ku ji bo hemû karker û kedkaran têkoşîna hervpar êdî şert e û divê bi hev re tevbigerin. Çerkezoglû anî ziman ku ji destpêka pandemiyê ve hemû polîtîkayên îqtîdarê ji bo sermayê ne û di vê pêvajoyê de karker û kedkaran zehmetiyên mezin kişandin û got: "Yek ji mafê herî bingehîn ê karkeran tazmînata qidemiyê ye. Dixwazin vê tazmînata qidemiyê nedin. Ev yek jî desteserkirina tazmînata qidemê ye. Em ê xwedî li tazmînata qidemê derkevin. Çimkî xeta me ya sor e û keleha me ya dawî ye. Çawa ku karker 50 sal berê di 15-16'ê Hezîranê de xwedî li sendîkaya xwe derketin wê îro jî bi heman ruhî xwedî li tazmînata qidemê derkevin. Ez bi salvegera 50'emîn a berxwedanê bang li hemû karkeran dikim mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bidomînin û bibin endamê DÎSK'ê."