Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’

img

STENBOL – Li Tûzlayê bi sedan karker serê sibê bi hêviya ku dê bixebitin li “Rawestgeha Karkeran” li benda kar disekinin. Ev rawestgeh dişibe bazara koleyên modern. 

Koletî her çiqas li cîhanê hatibe qedexekirin jî lê li gorî daneyên rêxistinên kar di sala 2018’an de li tevahiya cîhanê ji 40 milyonî zêdetir “koleyên modern” hene. 
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) niha li Tirkiyê 13 milyon betal ango bêkar hene. 
 
Ev dane xwe li ber Pira Îçmeler a Tûzlaya Stenbolê xwe dide nîşandan. Li ber vê pirê adeta dîmenên bazara “koletiya modern” xuya dikin. Bi sedan kes serê sibê zû radibin û bi hêviya dê li “Rawestgeha Karkeran” ku wek bazara koleyan xuya dike kar peyda bikin ji malê derdikevin. Ev kes ji serê sibê heta êvarê li tavê li benda kar in. Ev bi piranî karên rojane wek înşat, hemalî, tersane û gelek karên din dikin. Heke karek bibînin û bixebitin jî roja wan derdora 80 lîre ye. 
 
ZAROKÊN KARKER 
 
Ev karker havîn li bin tava germ û zivistanê jî li gel hewa sar li vê rawestgehê disekinin. Hin karker hin rojan kar nabînin û dest vala vedigerin malê. Karker tînin ziman ku carna ji 15 rojan carek kar dibîninû dibêjin “Çare ji derdê me re nîne.” Di nava van karkeran de zarokên karker jî hene. Emrê wan biçûk e lê barê wan giran e. Ew jî her roj bi hêviya dê kar bibînin diçin wê rawestgehê. 
 
‘KARÊ ME REZALET E’ 
 
Îsa Aslan ê 19 salî jî di nava van karkeran de ye û ji ber debara malbata wî nabe dest ji dibistanê berdide û 5 sal in li vir karê rojane dike. Aslan anî ziman ku her roj ew 12 saetan li benda kar disekinin û ji bo debarê ew neçarin di van karên zor de bixebitin. Aslan diyar kir ku ji ber karên zor laşê wî hemû şopa birînan e û ew vê rewşa karkeran wek “rezaletê” binav dike û lê dîsa ew dibêje “belê” neçarin bixebitin.
 
HÊJ 16 SALÎ YE 
 
H.M. ê 16 salî jî yek ji wan karkeran e ku li rawestgehê li benda kar disekine. H.M. naxwaze wêne û dîmenê wî were kişandin û dibêje ku salek e ew li vê rawestgehê li b enda kar e. H.M. her çiqas vî karî wek “li dijî mirovahiyê” bibîne jî lê dibêje ku ew neçar e bixebite. 
 
‘ME WEK KOLEYAN DIBIJÊRIN’ 
 
Omer Hizli ê 28 salî jî ji bo bixebite ji Rihayê hatiye Stenbolê û wî malbata xwe li Rihayê hiştiye û hatiye û salê du sê caran zarokên xwe dibîne. Hizli anî ziman ku ew her sibe bi hêviya ku dê kar bibîne tê vê rawestgehê û got: “Em li vir wek koleyan disekinin. Dema xwediyê kar tê me dibijêre. Ew xwediyên kar me wek koleyan dibijêrin.” 
 
‘DILÊ WE REHET E GELO?’ 
 
Ahmet Karayil jî ji navçeya Eyûbiye ya Rihayê bi bendewariya dê bixebite hatiye Stenbolê û got: “Ez li vir di şertên ne li gorî rûmeta mirovan e dijîm. Şertên me xerab in. Dilê we rehet e gelo? Hûn ji vê rewşa ku ji bo me rewa dibînin kêfxweş in gelo?é 
 
‘MUAMELEYA HEYWANAN LI ME DIKIN’ 
 
Îsmaîl Altay jî dibêje ku ew Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û parlamenterên Rihayê wek berpirsiyarê şertên têde dijîn dibîne û ew li gel hemû hewldanan jî li bajarê xwe Rihayê kar nedîtiye û hatiye Stenbolê. Altay da zanîn ku ew li Stenbolê karên herî zor û zehmet dikin û got: “Ev der bazara însanan e. Karsaz tê karkeran dibijêre û wan dibe kar. Muameleya heywanan li me dikin.” 
 
JI BO PEREYÊ NANÊ XWE 
 
Yûsûf Taşçin jî bavê 4 zarokan e û dibêje ku herî dawî wî di 12’ê gulanê de rojek çûye kar û ji wê rojê ve nexebitiye. Taşçin anî ziman ku ew ji bo pereyê nanê xwe neçarin werin li vir di nava şertên zor de bixebitin. 
 
MA / Nacî Kaya - Erdogan Alayûmat