Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan

img

RIHA - Li Wêranşarê cotkarên ku pîvazên xwe neçinîn û di nav erd de hiştine, diyar kirin ku li marketan fiyetê pîvazan bi 4 TL'ya ye, lê ji wan bi 10 qurîşan tê stendin. 

Li Wêranşar a Rihayê cotkarên ku îsal pîvaz çandine, ji ber erzanbûna fiyet pîvazên xwe neçinîn û di nav erd de hiştin ku xera bibin. Her wiha cotkarên ku pîvazên xwe kom kirine jî poşman bûne. Cotkaran bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, li marketan kîloya pîvazan 2-4 lîre ye lê ji wan bi 10 lîreyan tê stendin. 

 
Li gundê Xaçûkê cotkar Kamîl Korpe, anî ziman ku 80 donim pîvaz çandiye. Korpe, diyar kir ku ji xeynî heqê mazot, gubre, ceryan û dermanan bi giştî 80 hezar TL mesref kiriye. Korpe, destnîşan kir ku serê kîsekî pîvazan 10 lîre mesrefa wî ye lê belê niha kîsek pîvaz bi 4 TL'yan e. Korpe, got: "Em cotkar mirin. Ên îsal çandine gişa top avêt. Ê kî me xelas bike? Heger Wezîrê Çandiniyê rabe ji Msiirê pîvazan îthal bike, wê halê me jî ev be. Li marketan kîloya pîvazan bi 4 TL'yan e, lê ê me bi 10 qurîşan dikirin." 
 
Cotkar Mehmet Aydogan jî destnîşan kir ku îsal pîvaz tu perî nakin, loma di nav erd de hiştine ku xera bibin. Aydogan, anî ziman ku heqê kîsikekî vala lîreyek e û got: "Tonek pîvaz 100 TL ye. Îjar em ê çi bikin, bi ku ve biçin? Malik li me xera bûye. Heqê ceryanê 80 hezar Tl hatiye. Ez ê çawa bidim? Ji xwe DEDAŞ'ê malik li me xera kiriye. Dilê wê kengî bixweza ceza dibire. Bazirganan em perîşan kirine. Li bendê ne berên me xera bibin.Serokomar digot 'bila metreyek erd jî beyar nemîne.' Me çand, lê niha jî pere nake."