Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!

img

STENBOL - Karkerên tersaneyên Tûzlayê, hem ji tevdîrên ji bo ewlehiya kar hem jî ji tevdîrên li dijî şewba coronayê bêpar in. 

Li tersxaneyên ku şert û mercên xebatê dijwar in û hema bêje her roj qezayên karî lê diqewimin, karker bi xetereya şewba vîrûsa coronayê re rû bi rû ne. Li tersxaneyan li dijî şewba Covîd-19'yê tu tevdîr nayên girtin. Li herêma tersaneyan a Tûzlayê ji wêneyên li Tersaneya Starê hatine girtin pir aşkere ye ku tu tevdîr nayên girtin. 
 
BI MASKEYÊN POTÎKÎ DIŞIXULIN 
 
Ji wêneyan dixuyê ku li ber devê karkeran ji dêvla maskeyên bifîltre yên F1'ê maskeyên potikî ku li eczaneyan bi lîreyekê tên firotin hene. Dîsa ji wêneyan dixuyê ku karê boyaxkirina keştiyan, karê rakirina boyaxa berê jî bi van maskeyan tên kirin. Li gor agahiyên ku me ji karkeran girtin beriya şewbê maskeyên F1 bi kar dianîn lê belê piştî şewbê ev maske dane wan. Karkeran anî ziman ku rojê maskeyek du maskeyên ku li eczaneyan bi lîreyê tên firotin didin wan.
 
SERŞO Û TUWALET GEMARÎ NE 
 
Ji wêneyan rewşa qada xebata ya karkeran jî dixuyê ku karker di şert û mercine çawa de dişixulin û serşo û tuwaletên karkeran di çi halî de ne. Ji wêneyan dixuyê ku tuwalet nayên paqijkirin û ser lawaboyan ji qilêra zer bûye. Karkeran diyar kir ku tenê rojê çend caran av li tuwaletan tê kirin. Her wiha halê serşoya karkeran jî ne kêmî ya tuwaletan e. Ji ber ku serşo qilêrîne û nayên paqijkirin piraniya karkeran bi awayekî qilêrî diçin malên xwe. 
 
Her wiha odeyên kincguhertinê yên karkeran jî wekî depoyên amûrên keştiyan tên bikaranîn. Karkeran, diyar kir ku li van odeyan cihek tuneye ku kincên xwe daliqînin, ji ber vê kincên xwe bi bizmarên kutane textan daldiqînin. Karkeran, bilêv kir ku kincên gişa d nav hev de ne û gotin, heger kesek bi şewbê bikeve karker hemû pê bikevin. 
 
MESAFE! 
 
Tişta din jî mesafeya fizîkî ye. Li tersxaneyan hema bêje ev yek esas nayê girtin. Jixwe ji wêneyan jî pir aşkere ye û tê dîtin ku karker di nav hev de ne û hin jê bêmaske ne. 
 
Karkeran diyar kir ku di dema şewbê de tersane bênavber şixulîne û ji xeynî qedexeya derketina derve ya ewil Srojên din giş şixulîne. a
 
MA / Erdogan Alayûmat – Nacî Kaya