Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan

img

STENBOL – Alî Dogan ku 21 sal in di tersaneyên Tûzlayê de dişixule îşaret bi gotina îqtidarê kir ku gotibû "Em di heman keştiyê de ne" û ji bo kedxwariya li tersaneyan got: "Em di heman keştiyê de ne lê em di tanqên balastê de ne, ew jî li koşka kapîtan." 

Li Tirkiyeyê yek ji qada ku herî zêde cinayetên karî lê diqewimin jî qada tersaneyan e. Li gor daneyên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ji sala 2013'an heya 2019'an bi giştî 179 cinayetên karî qewimîne. Karker Alî Dogan ku 21 sal i li tersaneyên Tûzlayê dişixule bal kişand ser kedxwariya li tersaneyan. 
 
Dogan, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a karkerên tersaneyan pergala taşerontiyê ye û got, ji ber vê pergalê karker hem di warê heqdestê hem jî di warê xebata demdirêj de bi pirsgirêkine mezin re rû bi rû dimînin. Dogan, diyar kir ku fîrmayên taşeronî li gor kar karkeran digirin û got, piştî kar diqede karker bi rihetî ji kar tên derxistin. Dogan, anî ziman ku ji ber pergala taşerontiyê karkeriya biyewmiye jî pir zêde ye û gotî ev yek jî dibe sedema cinayet û qezayên karî. 
 
PIŞTÎ MIRINA BI SEDAN KARKERAN TEVDÎR HATIN GIRTIN 
 
Dogan, destnîşan kir ku li gor berê pirsgirêkên di warê ewlehiya kar û tenduristiya karî de zêdetir in û got, ancax piştî têkoşîneke dûndirêj tevdîr hatine girtin û ev jî cinayetên karî kêmtir kir. Dogan, got: "Wextekê îskele bi xwe jî bêyî karkerên kalîfiye dihat danîn. Ji ber ku îskele baş nedihat bicihkirin dibû sedema qeza û cinayetên karî. Li beşa qeynaxê ji ber tevdîr nedihatin girtin hevalên me jiyana xwe ji dest didan. Li tersxaneyan tiştek namdar heye; testa fîlîkayê. Di asasê xwe de ji bo testa fîlîkayê hundirê fîlîkayê bi kîsên qûmê tê tijekirin û dû re wê davêjin nav behrê. Lê tişta trajîkomîk, li tersaneyan karkeran dixistin hundirê fîlîkayê û davêtin nav behrê. Di dema van testan de hin hevalên me fetisîn, mirin. Di dema teqînan, ketinan û gelek tiştên din de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan." 
 
Dogan, diyar kir ku lê niha tiştên bi vî rengî pir çênabin û got, lê ancax piştî mirina bi sedan karkerî tevdîr hatin girtin. 
 
SER QEZAYÊN KARÎ TÊ GIRTIN 
 
Dogan, destnîşan kir ku hê jî li tersaneyan qezayên karî pir diqewimin, lê belê ji ber pêwendiya fîrmayên taşeron a bi nexweşxaneyên taybet re ser van qezayan tê girtin. 
 
TESTA 30 KARKERÎ POZÎTÎF DERKETIYE 
 
Dogan, anî ziman ku di dema şewbê de jî tersane nehatine girtin û şixulîne û got: "Ji bo karkerên tersaneyan maskeya F1 bivênevê ye. Lê êdî wê jî nadin. Yanî patron li pey keysê ne. Di dema koronayê de ev tişt kirin. Ji xeynî fîrmayekê hema bêje tu fîrma nema ku testa Covîd-19'ê nekir. Li vê fîrmayê hî testa 30 karkerî pozîtîf derketiye." 
 
Dogan, anî ziman ku hevalekî wan ê li vê fîrmayê dişixule testa wî pozîtîf derketiye lê belê dîsa jî hatiye şixulandin. 
 
Her wiha Dogan bal kişand ser sendîkayên ku ji bo karkeran têdikoşin û got, tenê çend sendîka hene ji bo karkeran têdikoşin. Dogan, bal kişand ser girîngiya piştevaniya di navbera karkeran de û got: "Di vî warî de barê mezin dikeve ser milê karkeran. Madem karker ji bo nanê xwe bi mirinê re rû bi rû dimîne, nexwe divê ji bo têkoşînê jî tev bigere." 
 
'EM DI HEMAN KEŞTIYÊ DE NE!'
 
Dogan, ji bo rêxistinbûyîna karkeran jî got: "Tişta sereke ya ku divê karkerên tersaneyan bikin, ji destpêka hilberînê heya dawiyê divê biçe dumenê. Heger hê di destpêkê de biçe wê dumenê wê xwe birêxistin bike. Gava krîzeke mezin li welat diqewime tim dibêjin 'em di heman keştiyê de ne.' Belê, em di heman keştiyê de ne lê em di tanqên balastê de ne, ew jî li koşka kapîtan. Lê gava keştî av girt, ên ewilî bimirin ê em bin. Lê karker dikarin evan hemûya li keştiyekê bikin û keştiyê noq bikin. Lewma tenê rêyek heye; yekbûyîn, rêxistinbûyîn." 
 
 MA / Nacî Kaya – Erdogan Alayûmat