Dawî li karê 130 karkeran anîn

img
XARPÊT – 130 karkerên madenê yên ku bi peyamê dawî li karên wan hat anîn, dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku 2 rojan navber dan çalakiyên xwe, xwestin mafê wan bê dayîn. 
 
Li navçeya Madenê ya Xarpêtê Şîrketa Etî Gumuş a girêdayî Holdînga Yıldızlar SSS, peyam ji 130 karkeran re şand û dawî li karê wan anî. Şîrketê di 16'ê Hezîranê de peyam şand û dawî li karê wan anî. Karkeran berê jî 11 mehan heqê xwe negirtibûn. Karkerên ku ji kar hatin avetin li ber fabrîqeyê dest bi çalakiyê kirin Karkerên ku navber dan çalakiyên xwe mafê xwe dixwazin. Karker piştî sibê patron biryarê bide dê li gorî wê biryara çalakiyê bidin.