Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye

img

AMED - Piştî ku bankeyên dewletê daxuyandin ku wê ji bo xaniyan krediyê bidin, li Amedê fiyetê xaniyan 100-150 hezar TL biha bû. Avahîsaz Arîf Îpek, anî ziman ku xwediyê xaniyan kêmbûna faîzê ji xwe re kirine firsend. 

 Piştî ku bankeyên dewletê daxuyandin ku wê ji bo xaniyan krediyê bidin, li Amedê fiyetê xaniyan jî biha bû. Piştî bankeyan ragihand ku wê bi faîzeke kêm krediyê bidin, li bajêr fiyetê xaniyan jî 100-150 hezar TL biha bûn. 
 
Avahîsaz Arîf Îpek, anî ziman ku her krîz bi xwe re keysperestiyê jî tîne û got, çawa ku ji ber şewba coronayê keyperestên ji bo maske û deenfektanan derketin holê, niha jî muteahîdên keysperest derketine holê. 
 
Îpek, diyar kir ku piştî bankeyên dewletê dest bi dayina krediyan kirine, di sektora înşeatê de jî liviyaye û got: "Ji sala 2018'an ve rewşa sektora înşeatê nebaş bû. Bi vê re wê hinekî baş bibûna. Di du salên dawî de kirîn-firotina avahiyan sekinîbû. Lê piştî vê kesên xwestin avahiyan bikirin an bi fiyetek pir biha re rû bi rû man an jî avahî bi dest wan neketin." 
 
Îpek, destnîşan kir ku bi kêmbûna faîzê re li Amedê fiyetên avahiyan 100-150 hezar TL biha bûne û got: "Avahiyên fiyetê wan bi 500 hezar TL'yî bûn 600-650 hezar TL." 
 
Îpek, diyar kir ku ev bihabûn ne tiştekî demborî ye û got, wê ev yek bandorê li fiyetê arseyan û amûrên înşeatê jî bike. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz