Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin

img

AMED - Ji ber zamên li pey hev tên kirin,  her roja diçe fatûreyên ceyranê dinepixin. Serokê Odeya Endezyarên Ceyranê yên Amedê Alîcan Çetînkaya, diyar kir ku fatûreyên ceyranê ji sedî 62, ji ber bacayên binavgîn zêde tên. 

 
Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li Riha, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê fatûreyên ceyranê yên gelek mal, kargeh û cotkaran pir zêde birîn. Ev jî bû sedama bertekên mezin û ev bertek dewam dikin. Serokê Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amed (EMO) Alîcan Çetînkaya, derbarê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku ji sedî 62 fatûrên ceyranê bace ne.
 
‘FATÛREYÊN WELATIYAN ZÊDE DIBIRIN’
 
Çetînkaya, diyar kir ku gelê herêmê ji ber birîna ceyranê pir gilî dike û wiha axivî: “Herî zêde cotkar gilî dikin. Cotkar ji ber birîna avê pir pirsgirêkan dijîn û nikarin motorên avê bikar bînin û zeviyên xwe av bidin. Li gund û taxên ceyrana wan hatine birîn, nikarên avdaniyê bikin û xebatên wan ên çandiniyê gehiştiye asta rawestînê. Ligel hemû îtîrazên gel û pisporan jî, dayina ceyranê şexsî kirin. Dayîna ceyranê ji bo kara xwe, bi însafa şîrketên şexsî ve berdan. Çi dema ku ceyran kirin şexsî û bazara wê hat kirin, wê demê fatûrên welatiyan pir zêde hatin birîn.” 
 
‘JI SEDÎ 62 BACAYÊN BINAVGÎNIN’
 
Çetînkaya, dest nîşan kir ku ewil jimêrkên ceyranê bi dîrekan ve kirin, dûre jî dest bni birîna fatûrên bêkontrol kirin û wiha got: “Welatî dibêjin, ji gorî fatûreyên li wan tên birîn, ewqas ceyran bi kar naynin. Di fatûreyan de para TRT û gelek bacayên binavgîn hene. DEDAŞ dixwaze ji bacayên bilind a ceyranê kara xwe bi dest bixe. Di vir de hem şîrketa taybet û hem jî dewlet pere qezenc dikin. Yê winda dike dîsa welatî ne. Her tim bendavan ava dikin. Tim hilberîna ceyranê heye. Lê vê ceyranê didin cihên din.”