Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye

img
EQNERE – Serokê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku ji ber amûrên parastina ji vîrûsê daxwaz kirine karkerên PTT’ê hatine sirgûnkirin û ev tişt got: “Sirgûn sûcê mirovahiyê ye. Me her rêyî ceriband, lê ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya me nema.”
 
Ji ber ku di pêvajoya pandemiya vîrûsa koronayê de daxwaza amûrên parastina ji vîrûsê kiribûn, 11 karkerên Rêxistina Posta û Telgrafê (PTT) ku endamê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Weşan, Ragihandin û Postayê (Haber Sen) bûn, hatin sirgûnkirin. Piştî sirgûnkirinê sendikaya karkeran Haber Sen bi Miduriyeta Giştî ya PTT’ê re ket nav têkiliyan û daxwaza hevdîtinê kirin. Lê miduriyet ne erênî ne jî neyînî li wan venegeriya. Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Haber Sen’ê hefteya borî ragihand ku di 27’ê tîrmehê de dê ji bajarên mîna Amed, Gîresûn, Îzmîr û Stenbolê ku sirgûn li wan pêk hatibûn ber bi Enqereyê ve bimeşin. 
 
JI BER DAXWAZA PÊKANÎNA LIHEVKIRINÊ SIRGÛN BÛN
 
Serokê Haber Sen’ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku heta ku sirgûnan paşde vegerînin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Piştî ku PTT di sala 2013’an de bû şîrketa anonim pirsgirêk zêde bûn. Ji vê salê ve ji mudaxaleyên siyasî re vebû. Di pêvajoya pandemiyê de jî em 7 roj in hefteyê 24 saetan xebitîn û xizmet hiberand. Lê tevdîrên pêwîst ji bo me nehatin girtin. Li deverên ku em lê birêxistinkirî bûn, me hişyariyên vê derbarê de da. Di pêvajoya pandemiyê de Tirkiye û Yekitiya Postayên Cîhanê (ÛPÛ) û Yekitiya Sendîkayên Kadî yên Cîhanê (ÛNI) lihevkirinek îmze kirin. Ji ber ku me pêkanîna lihevkirinê daxwaz kir, endamên me hatin sirgûnkirin.”
 
HETA BEATLKIRINÊ HEMÛ MAFÊN XWE DÊ BICERIBÎNIN
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku sirgûn li hemberî rêxistibûna wan e û derbarê çalakiyên ku dikin de ev agahî parve kirin: “Em ê di 27’ê tîrmehê de li ber derê PTT’an daxuyanî bidin û ber bi Enqereyê ve bimeşin. Dema em gihîştin Enqereyê dê li ber derê Miduriyeta Giştî ya PTT’ê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Em ê hemû mafên xwe yên meşru bi kar bînin. Piştre jî em ê ji ÛPÛ û ÛNÎ’yê re nivîsan binivisînin û daxwaz bikin ku bibin şopînerê rewşa me. Ji bilî meşa ber bi Enqereyê ve tu rê pêşiya karkerên PTT’ê nema. Heta ku hevalên me vegerin cihê xwe dê çalakiyên me bidomin. Hinek dibe ku me sirgûn bikin lê em ê jî li dijî neheqiyê dengê xwe derxin û bilind bikin.” 
 
MA / Emrûllah Acar