Akdenîz: Divê partî û sendîka koçberan bihesibînin

img

STENBOL - Rojnameger Ercument Akdenîz, diyar kir ku piraniya karkerên koçber di karên bêqeyd û bêewlehiyê de tên xebitandin û got: “Divê  partiyên siyasî û sendîka li gorî koçberan jî polîtîkayên xwe diyar bikin û wan jî bi hesibînin.”

Li welat her roja diçe krîza aborî mezin dibe. Bi mezinbûna krîza aboriyê re şert û mercên karkeran jî xirab dibe. Yên ku herî zêde para xwe ji vê digirin, 2 mîlyon karkerên koçberin. Li gorî rapora Komeleya Karkerên Çerim, Tekstîl û Qondere ya di Nîsana 2020’an hat aşkere kirin de ev rastî hîn zêdetir derket holê. Bi 100 karkerên koçber re hevdîtin hat kirin û ev rapor li gorî van hevdîtina hat amadekirin. Tevahiya 100 karkeran bêsîgorte tên xebitandin û yewmiya wan dibin meaşê asgarî deye. Karkerên koçber ên di şert û mercên ne ewlede tên xebitandin di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, terkî mirinê hatin kirin. Li gorî danayên 6 mehên destpêkê yên sala 2020’an ên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) 45 karkerên koçber jiyana xwe ji dest dane. 
 
Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz ê vê qadê de lêkolînan dike, derbarê pirsgirêkên ku karkerên koçber dijîn de axivî. 
 
PIRANIYA KOÇBERAN BÊQEYDIN
 
Akdenîz, diyar kir ku Tirkiye ji bo koçberan herêmeke derbasbûyînê ye û wiha axivî: “Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hejmara koçberan zêdetir bû. Li welatê me nêzî 5 mîlyon koçber hene. Nêzî 2 mîlyon koçberan jî dixebitin û karkeriyê dikin. Piraniya karkerên koçber, bêqeyd û bêyî ku ewlekariya wan bê girtin tên xebitandin.” 
 
‘MEAŞÊ KARKERAN KÊM BÛ’
 
Akdenîz, da zanîn ku li Tirkiyeyê meaşê karkeran pir kêm bûye û wiha got: “Em dikarên keda karkerên koçber di 2 kategoriyan de binirxînin. Evana koçberên Sûriyeyî û koçberên ji welatên cudane. Ji ber ku karkerên Sûriyeyê fêrî ziman bûne û dikarin bazara xwe bikin, rewşa hîn baştire. Lê koçberên nû rewşa wan pir zortire. Ev koçber her tim meaşê wan kême. Mînak rewşa koçberên ji Afganîstanê, Pakîstanê û komarên Turkî tên hîn xirabtire. Bi pasaportan tên, lê kardêr û şebekeyên mirovan dest datînin ser pasaportên wan. Ji ber ku pasaportên wan ji wan tên girtin, bi tu awayî nikarin ji bo tiştekê îtîraz bikin. Bi kedxariyek mezin û bi zilmek mezin re rû bi rû dimînin.” 
 
‘PIRSGIRÊK YEKIN’
 
Akdenîz, bal kişand ser koçberên di keştiya di Gola Wanê de noqî avê bû û wiha bilêv kir: “Gelo kî berpirsê karesata di Gola Wanê de hat jiyîne? Pirsgirêkên hemû koçberan yek in û bi hev ve girêdayî ne. Di vir de pirsgirêka sereke, veguhestina keda koçberên meaşê wan kêm û ne di ewlekariyê de dixebitine. Ger pêşiya van mirovan bê vekirin, wê her tim wisan an di golê de yan jî li cihê kar wê jiyana xwe ji dest bidin. Xebitandina koçberên bêqeyd û bêewlekarî yên li Tirkiyeyê, yek ji planên sermaye ye. Dixwazin ji mirovên ji ber şer revîne sûdê bigirin û bi vî awayî keda wan dixwin. Êdî patron û rêxistin wan ên mezin jî, vî karî dikin. Ji bo vê stratejiyan pêş dixin. Di heman demê de, niha  perwerdeya lîseyên pişeyî û şagirtî, li navendên xwe ji bo zarokên koçberan didin. Ji bo vê amadekariyek cidî heye. Herî dereng, heya 5 salan, hemû panellên rojê yên Mersînê, wê karkerên Sûriyeyê ava bikin.”  
 
‘DIVÊ KARIBIN BIBIN ENDAMÊ SENDÎKAYAN’
 
Akdenîz, dest nîşan kir ku piraniya koçberan wê êdî nekarin vegerin welatên xwe û wiha pê de çû: “Wê bibin parçeyekê cîna karkerên Tirkiyeyê. Divê sendîka stratejiyek birêxistinkirî ya hevpar pêş bixe. Lazime ku bi çend zimanan propaganda bê kirin. Sendîka divê di kongreyên xwe de, rêziknameyên xwe biguherînin. Divê ku karker karibin ku bibin endamên sendîkayan. Pêwîste ku sendîka têkoşîna meşrû biparêze û  qanûna ji bo xwe neke asteng.”
 
‘TÊN JI BÎR KIRIN’
 
Akdenîz bal kişand ser rol û rista partiyên siyasî yên derbarê koçberan de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Partiyên siyasî, ji bo nirxandina rewşa koçberan pergaleke wekhev pêş naxin. Partiyên eniya sosyalîst koçberan di nava atmosfera siyasî ya rojane de bîr dikin. Divê destûr ji bo vê yekê neyê dayîn. Polîtîkayên wan divê ne li gorî 82 milyonan, li gorî 87 mîlyonan bin. Dema ku em li anketan mêze dikin, dijminantiya koçberan di binyada partiyan de heye. Sedema vê yekê jî aboriye. Ji ber ku koçberan weke hêmanên reqabetê dibînin. Gelo çima partiyên siyasî koçberan nakin endamên xwe? Divê daxwazên van mirovan jî bên guhdarkirin û li gorî wan jî siyasetek hevpar bê bi rêve birin.”
 
MA / Kadir Guney