Walî ji karker re got: Patron dibêje ez nahêlim DÎSK were fabrîkeya min

img
RIHA – Karkerên Tekstîla Ozakê ku ji ber endamê DÎSK'ê ne nikarin vegerin ser karê xwe, hevdîtin bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re çêkirine û gotin, walî ji wan re gotiye, midûrê kargehê jê re gotiye "Ez nahêlim sendîkaya DÎSK'ê bê fabrîkayê." 
 
Li Rihayê Fabrîkaya Tekstîlê ya Ozakê ya aydê Ozak Holdîngê, bi hinceta pandemiyê kar dabû sekiandin, lê belê di 1'ê Hezîranê de cardin dest bi kar kiribû. Lê belê piştî dest bi kar kir, nehişt nêzî 100 karkerên endamên Sendîkaya Tekstîlê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) cardin werin ser karê xwe. Her wiha rêveberiya fabrîkeyê li karkeran guherandina sendîkayê ferz kiriye û ji wan xwestiye dev ji DÎSK'ê berdin bibin endamê Sendîkaya Oz Îplîl Îşê ya girêdayî Konfederasyona Hak-Îşê. Li ser vê karker Mehmet Yûsûf Çali tevî 3 hevalên xwe yên bi mobbîngê re rû bi rû mane, serî li walîtiyê dan. Her çar karker di 4'ê Tîrmehê de çûne cem Walî Abdûllah Erîn. Walî Erîn jî ji wan re gotiye, "Ez nahêlim sendîkaya DÎSK'ê bê fabrîkayê." 
 
Karker Mehmet Yûsûf Çali, diyar kir ku di hevdîtinê de walî ji wan re gotiye, rêveberiya fabrîkayê jê re gotine "Ez fabrîkeyê bigirim jî ez nahêlim endamên DÎSK'ê bên vê derê" û got: "Walî jî ji me re got, 'Ez bi kar û barên sendîkayî re eleqedar nabim. Ji ber pirgirêkên bi vî rengî, veberhênan ji Rihayê diçin.'" 
 
Her wiha Çali, anî ziman ku di 1'ê Hezîranê de ji bo hevdîtinê çûne fabrîkayê, lê belê li fabrîkeyê li wan xistine û got, piştî di medyaya civakî de pravekirine ku li wan haatiye xistin û ragihandine walî, di 23'yê Tîrmehê de bi hinceta "heqaret li walî hatiye kirin" îfadeya wî hatiye girtin. 
 
GEF, MOBBÎNG 
 
Çali, anî ziman ku nêzî 3 salan li Fabrîkaya Tekstîlê ya Ozakê xebitiye, lê piştî fabrîkeyê ji ber pandemiyê di 15'ê Adarê de hilberîn rawestandiye, di bin navê tehsîlata kêm destûr dane wan û got, lê belê piştî fabrîke cardin hatiye vekirin vê carê nêzî 100 karkerên endamên Sendîkaya Tekstîlê yaa girêdayî DÎSK'ê wernegirtine kar. Her wiha Çali, bilêv kir ku bi gefxwarin, mobbîng, zext û zoriyan û bi bertîlê nêzî 300 hevalên wan ji DÎSK'ê îstifa kirine û bûne endamê Sendîkaya Oz Îplîk Îşê û piştî vê wan wergirtine kar. 
 
WALÎ KARKER SÛCDAR KIRIN 
 
Çali, anî ziman ku gelek caran xwestine ku biçin cem walî û got, herî dawî bi rêya hevalekî walî, tevî 2 hevaalên xwe çûne cem walî. Çali got: "Hela lê binêrin, amîrê mulkî yê herî mezin ê bajarekî ji me re dibêje, 'Kardêr ji min re gotî ez fabrîkeyê bigirim jî ez nahêlim endamên DÎSK'ê bên vê derê.' Yanî li gor vê kardêr gef li walî xwarine. Kardêr gotiye, 'ez pêl qanûna bingehîn dikim.' Tişta walî ji me re got ev bû: 'Em hewl didin veberhênanan bînin Rihayê. Em fabrîkeyan çdikin û mifteyê teslîm dikin. Heger li Rihayê pirsgirêkên karkeran ên sendîkayî rû bidin, wê veberhênan neyên. ez zirarê dide Rihayê. Ez bi meseleyên sendîkayê re eleqedar nabim. Nikarim daxilî nav karê we yî sendîkal bibim. Lê heger armanca we şixulandin be, ez dikarim ji bo vê dîrokeke qethî bibêjim.' Piştî vê di meha Tebaxê de rêveberiya fabrîkeyê telefonî me kir. Vê carê wergirtina me ya kar bi awayekî bêdem dirêj kir. Qaşo dê walî beg ji bo vegera me ya ser kar rojek diyar bikira."