Dolar ji 7,40’an derbas kir û reqor şikand

img
ENQERE – Kûra dolar, di saetên serê sibehê de rêjeya 7,40’î derbas kir û derket lûtkeya dîrokî ya nû.  
 
Windabûna nirxê diravê tirk, beriya roja pênçşemê ku wê Banqaya Navendî biryara faîzê aşkera bike diome. Dolar li hemberî diravê tirk ji 7,40’î derbas bû û reqor şikand. Euro jî bi 8.80’yî lûtkeya xwe nû kir. Ji serî salê ve diravê tirk li hemberî dolarê Amerîkayê ji sedî 20 nirxa xwe winda kiriye.