Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye

img

ENQERE - Aborîzan Prof. Ahmet Şahinoz, Prof. Dr. Veysel Ulusoy û Prof. Dr. Mustafa Durmuş, 'Mizgînî' ya Erdogan nirxandin û diyar kirin ku tu fêdeya “Mizgîniyê" ji aboriyê re tun ye. Aborîzan Şahinoz, anî ziman ku Tirkiye dê her tim di zirarê de be.

Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, 'Mizgînî' ya ku çend roj berê digotin li bendê bin duh aşkere kir. Erdogan duh got "Keştiya Sontajê ya Mîllî ku 2 sal berê dest bi lêkolînê kiribûn 320 milyar metrekup xaza xwezayî dîtine. Erdogan, parast ku Tirkiye ketiye rêya ku êdî bi ewle li pêşerojê binere. Wezîrê Xezîne û Maliyê Berat Allbayrak parast ku di aliyê polîtikayên enerjiyê de ji bo Tirkiyeyê rojek dîrokî ye û êdî Tirkiye wê nekeve bin deynan û hatina wê dê ji lêçûna wê zêdetir be. 
 
Lê aborîzanên li Tirkiyeyê jî li dijî gotina Erdogan û Albayrak diyar kirin ku tu fêde û qezenca vê xazê li Tirkiyeyê nabe. 
 
Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, Hîndekarê Zanîngeha Yeditepe Prof. Dr. Veysel Ulusoy û Polîtîkavanê Aboriyê Prof. Dr. Mustafa Durmuş, li ser mizgîniya Erdogan û rewşa Tirkiyeyê nirxandin kirin. 
 
Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku mizgîniya Erdogan tenê di aliyê derûnî de bandorê li ser aboriya Tirkiyeyê dike û wiha got: "Ev mizgînî niha tenê dê bandorek derûnî li ser aboriyê bike. Lê di serî de li ser doviz û qadên din tu bandorê nake. Pispor diyar dikin ku ji bo ev xaza xwezayî bê derxistin û têkeve xizmetê herî kêm dê 5 sal derbas bibin. Ev xaza xwezayî di heman rojê de bandora xwe li ser fatûra xaltîka Ayşê nake."   
 
‘DÊ VALAHÎ Û DEYNÊ TIRKIYE HER TIM HEBIN' 
 
Şahînoz, bal kişand ser daxuyaniya Wezîr Allbayrak a “Dê valahîya aborî û deyn ji rojevê derkeve" û wiha got: "Pirsgirêka Tirkiye ya valahiya aboriyê û deynan tenê ne girêdayî enerjiyê ye. Pirsgirêkek bingehîn a aboriyê ye. Ew çi bikin bila bikin dê pirsgirêka valahiya aborî û deynan her tim hebe. 
 
Hîndekarê Zanîngeha Yeditepe Prof. Dr. Veysel Ulusoy jî anî ziman ku rezerveya 30-40 milyar dolar tu bandorê li ser aboriya  Tirkiyeyê nake û wiha got: “Tirkiye di aliyê aborî de di 2 salên dawî de ji ber biçûk dibe, nêzî 80 milyar dolar winda kir. Dîsa windahiya turîzmê tenê îsal 20-35 milyar dolar  e. Ji ber vê yekê rezerveya 30-40 milyar dolar zêde fedeyê li Tirkiyeyê nake. 
 
MIZGÎNIYÊ DOLAR ZÊDETIR KIR
 
Polîtîkavanê Aboriyê Prof. Dr. Mustafa Durmuş, jî bal kişand ser rewşa piyasê û daxuyaniya Erdogan û got: "Min mizgîniya Erdogan ne eciband. Daxuyaniya Erdogan zêde bandorek baş li ser piyasê nekir. Dema Erdogan dest bi axaftinê kir dolar 7.22 tl bû. lê piştî daxuyaniyê dolar derket 7.33 yî. 10 quriş zêde kir.  Li gel mizgîniyê dowîz dîza zêde bû. Erdogan diyar kir ku dê di sala 2023'an de xaza xwezayî pêşkêşî xizmetê bike. Lê pispor diyar dikin ku ancak di nava 7-10 salan de xaza xwezayê têxin xizmetê. Mijara ku 10 sal şûnde bê axaftin em niha bi axivin zêde fêdeya wê nabe. 
 
MA / Selman Guzelyuz