Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin

img
WAN - Bihabûna fiyetên wesyaîtên destê dudoya bandor li firotinê jî kir. Kesên ji bo kirîna wesayîtan tên, ji ber ku fiyetên wan biha ne tenê li wan mêze dikin û diçin. 
 
Piştî pandemiyê fiyetên wesayîtan jî pir biha bû. Ligel zêdebûna kûra dowîzî fiyetên wesayîtên destê dudoyan jî ji sedî 50 biha bûn. Kesên li bazara otoyan a Tûşba ya Wanê wesayîtan dikirin û difiroşin, piyaseya wesayîtan nirxandin.
 
Mûrat Arslihan, anî ziman ku divê mekanîzmayeke ku piyaseya wesayîtên destê dudoyan kontrol bike hebe û got, fiyetê wesayîtan pir biha bûye. Arslihan, bilêv kir ku nemaze jî piştî pandemiyê û zêdebûna kûra dowîzî fiyet pir biha bûne û got: "Her wiha ji ber şewbê wesayîtên sifir jî nayên çêkirin. Ji ber vê mirov jî li gor dilê xw fiyetan diyar dikin."
 
Arslihan, anî ziman ku ji ber rewşa aborî ya mirovan nebaş e êdî nikarin wesayîtan bikirin û got: "Êirov ji neçarî diçin wesayîtên xeasrdîtî û destê dudoyan dikirin." 
 
‘FIYET KÊM NABE' 
 
Nihat Aydin jî anî ziman ku 20 sal in wesayîtên destê dudoyan dikire û difiroşe û got, ji ber ku fiyet pir biah bûne hindik maye dev ji vî karî berde. Aydin got: "Berê qet nebûna mirv dikaribûn wesayîtê destê dudoyan bikirin. Lê ji ber van fiyetên biha kes nikare bikir. Wesayîta ku bi 50 hezarî bû, niha bûye 100 hezar. Wesyaîta bi 30 hezarî bû niha bûye 60-70 hezar. Hema bibêje fiyet nîvî nîvî biha bûne. Ji ber vê mirov nikarin wesayîtan bikirin." 
 
Aydin, anî ziman ku bawer nake ku fiyetê wesayîtan erzan bibe û got: "Li Tirkiyeyê tu carî fiyetê ku biha bibe erzna nabe. Hevsarê zêr, dolar û eûro ji dest derketiye. Qîmeta Tl jî her diçe kêm dibe." 
 
'NIKARIM WESAYÎTA XWE BIFIROŞIM' 
 
Îzzet Dagtaş jî anî ziman ku ji ber ku fiyet biha bûne nikare wesayîta xwe bifiroşe û got: "Min jî ji bo firotinê wesayîta xwe anî vê derê. Lê fiyet pir biha ne. Kes nakire. Di nava du mehan de fiyetê wesayîtan ji sedî 30-40 biha bûye. Ji ber vê kes nedikare bikire ne jî bifiroşe. Kesên tên vê derê tenê li fiyetan dipirsin. Min bixwe jî fiyetê li ser wesayîta xwe nexistiye, ji lewra tu li gor piyasey fiyet diyar dikî. Min apr wesayîta xwe bi 32 hezarî firot, niha heman model bi 75-80 hezarî ye. Heger wesyîtên sifir bên dibe ku fiyet erzan bibe." 
 
MA / Bariş Donmez