Cotkar ji krîza aborî bêtir di krîzê de ne

img
WAN – Welatiyên li nav zeviyên li Westanê fasûlyeyan bervev dikin diyar kirin ku krîza cotkar pêre rûbirû mane ji bo wan ji krîza li welat girantir e. 
 
Li taxa Virkonîs a girêdayî navçeya Westana Wanê welatî bi firotina silqê, fasûlyeyan û xiyarn debara xwe dikin. Şêniyên gund diyar dikin ku ew salê du caran hilberînan ji zeviyên xwe berhev dikin û krîza aborî ya heyî tesîrek neyînî li ser wan kiriye. 
 
KRÎZA ABORÎ BANDORÊ LI SER WAN DIKE 
 
Ji şêniyên gund Sedat Eroglû diyar kir ku wî  10 donim fasûlye û xiyar çandiye û kîloya fasûlyeyan li nav erd bi 2 lîreya difiroşe û li navenda Wanê kîlo bi 6 lîreya tê firotin. Eroglû got di şûna wan de yê dibe navbeynkar bêtir qezenc dike û li gel ewqas kedek zêde didn jî kar û zirara wan hev dernaxe. Eroglû anî ziman ku ji ber krîza aborî tesîrek neyînî li ser karê wan dike û her roja ku diçe karê wan nebaş dibe. Eroglû diyar kir ku krîza ku cotkar pêre rûbirû mane ji krîza aborî ya li welat pêk tê girantir e. Eroglû got rayedar destekê nadin cotkaran û welatiyan û loma rewş nebaş e. 
 
STRAN Û KÊFA WΠ
 
Mahsûn Eroglû yê 19 salî ku di nav zevî de karkeriyê dike jî tevî zehmetiya kar jî strann dibêje û kêfxweşiya xwe dide nîşandan. Eroglû got her çiqas karê wî zehmet be jî lê neçare bixebite û kêfa wan tenê ew e ku strana dibêje.