Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin

img
STENBOL – Mûstafa Sonmez ji bo gotinên Erdogan ên der barê BES'ê de gotin: "Tişta divê der barê wê de biaxive, betalî ye." Parlementerê HDP'ê Garo Paylan jî got, her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt kêm tên helandin.
 
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, di 7'ê Îlonê de di merasîma danasîna sîgortayê ya Tirkiyeyê ya li Navenda Kongre û Çandê ya Beştepeyê de gotibû, "Wê hin pêngavên di Pergala Teqawidbûyînê ya Şexsî (BES) de ku miqdara fona wê bûye 154 milyar, wê ji bo sektora reel heye demeke dirêj bibe çavkanî." Ev gotinên Erdogan bûn cihê nîqaşan. 
 
Aborîzan Mûstafa Sonmez û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotinên Erdogan nirxandin. 
 
'ROJEVÊN ÇÊKIRÎ DIAFIRÎNE' 
 
Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku pereyê di fonê de tê sekinandin badilhewa nayê sekinandin û got, ev pere ji bo tahwîlên sektora taybet tê razandin, pê hîse tên kirîn û li mewdûatê tê zêdekirin. Sonmez, destnîşan kir ku budçeya fonê wê wekî krediyê neyê bikaranîn. Sonmez, bilêv kir ku jixwe budçeya fonê hatiye bikaranîn û kêmaniya çêbûye hatiye fînansekirin û got, lewma ne mimkun e ku budçe bi awayekî din bê bikaranîn û bê teserifkirin. Sonmez got: "Fon, dahata faîzê, dahata seneda hîseyê ye. Fon yanî 'dahata welatiyan', bi vî awayî tê nirxandin. Ji xeynî vê wekî kredî bikaranîna wê dijî mewzûatê û qanûnê ye. Her wiha gava tiştek bê nirxnadin û tu rabî wê ji bo tiştekî din xerc bikî, wê valahiyek çêbibe. Tu tehwîlên dewletê distînî û tu pê dewletê fînanse dikî. Lê gava tu rabî ji tehwîlên dewletê pereyan bikişînî, wê ew de rvala bimîne. Lewma ne li gor mewzûatê ye. Ne derbasdar e. Argumaneke vikîvala ye." 
 
TIŞTA DIVÊ BEHSA WÊ BÊ KIRIN BETALÎ YE 
 
Sonmez, destnîşan kir ku Erdogan bi van argumanên pûç dixwaze rojevine çêkirî biafirîne û got, bi vî awayî dixwaze ser krîzê bigire. Sonmez got: "Bi rojan her kesî li ser vê xeber da. Erdogan gihaşt armanca xwe. Tim ji dêvla betaliyê rojevine wisa sûnî tên axaftin. Tişat divê li ser bê axaftin betalî ye." 
 
ÇAVKANÎ TÊN HELANDIN
 
Parlementerê HDP'ê Garo Paylan jî destnîşan kir ku Pergala Serokkomartiyê çavkaniyên Tirkiyeyê yeko yeko qedandine û ji bo vê jî qedandina rezervên Bankeya Navendî û çavkaniyên fona betaliyê wekî mînak nîşan da. Paylan, bilêv kir ku îqtidar piştî tazmînata kidemê vê carê jî çav berdaye fona Pergala Teqawidbûyînê ya Şexsî û got, Erdogan bi sererastkirineke qanûnî fona BES ku bi teserifên welatiyan kom bûye, dixwaze wekî fonên erzan bide şîrketan. Paylan, destnîşan kir ku ev yek dijî hiqûqê ye. 
 
Paylan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke kêfî heye û ev rejîm krîza aborî dorfirehtir kiriye û her ku dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt tên helandin. Paylan got: "Heya ku rejîma Erdogan hebe, ne mimkun e ku aboriya Tirkiyeyê baş bibe. Her sal xwezî bi par e. Pirsgirêk rejîma yek zilamî û pergala wê ya hiqûqî ya bawerî pê nayê. Heya rejîma yekzilamî bi dawî nebe, ne mimkun e ku rewşa aboriyê baş bibe." 
 
MA / Nacî Kaya