Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derket hezar û 72 kesan

img
ENQERE – Endamê Lîjneya Rêveberiya ATO’yê Dr. Haydar Can Dokûyan, ragihand ku li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derketiye hezar û 72 kesan. 
 
Rêxistinên Pîşeyî, Tenduristî û Kedê yên Enqereyê, bi ser navê “Li Gorî Xebatkarên Tenduristiyê li Enqereyê Rewşa Dawîn a Pandemiyê” li Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO), civîneke çapameniyê li dar xistin. Di civînê de rêxistinan pankarta “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” vekirin. Endamê Lîjneya Rêveberiya ATO’yê Dr. Haydar Can Dokûyan, daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwend û ragihand ku li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derketiye hezar û 72 kesan. Dokûyan, di daxuyaniyan de daxwazên wan ên ku ji hikûmetê dikin bi rêz kir û xwest ku hem di hêla madî hem jî di hêla manevî de şertên wan bên başkirin.