Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin

img
ÎZMÎR – Jimarên 2 û 3’ê yên Genel-Îş’ê yên Îzmîrê, daxwaz kirin ku 16 karkerên şaredariyê ku bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatine derxistin careke din bên girtin û banga bi dawîkirina “derxistina ji kar a kêfî” kir. 
 
Şaxên jimarên 2 û 3’ê yên Genel-Îş’ê ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) in, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî derxistina ji kar a 16 karkerên şaredariyê ku li ÎZENERJÎ û ÎZELMAN’ê dixebitîn û bi hinceta lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatine derxistin dan.  Daxuyanî li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêk hat û karkerên ku ji kar hatine derxistin, nûnerên Genel-Îş’ê, HDP, EMEP û gelek saziyan tevlşî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin cezakirina bêyî biryarên darazê û xespkirina mafê xebatê” hat vekirin, dovîzên “Em ne sûcdar karker in, em ê destûr nedin derxistina ji kar a bi hedefnîşandanê” hatin hildan û dûrişmên mîna “Em ê karê dîsa bigirin” û “Wê rojê bê AKP hesab bide” hatin berzkirin. 
 
NEHATINE LÊPIRSÎNKIRIN
 
Serokê Şaxa Jimara 2 a Genel-Îş’ê ya Îzmîrê Arif Yilmaz, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji ber nêzikbûna bi kêfî ya karsazan her roj bi hezaran karker bê kar dîmin û wiha got: “Desthilata AKP’ê pêkanîneke derveyî qanûnan kiriye meriyetê. 16 hevalên me yên ji kar hatine derxistin derî li dozgeriyê dane û belgenameya qeydên xwe yên sûc xwestine. Di belgenameya ku dozgeriyê da wan de tu lêpirsînek derbarê wan de tuneye. Hûn nikarin mirovan bi awayekî kêfî lis er agahiyên îstixbarî ji karê wan bikin.”
 
‘DAWÎ LI BÊHIQÛQIYÊ BÎNIN’
 
Di berdewamê de Yilmaz, ji bo careke din karên ji kar hatine derxistin bên girtin ev bang li rayedaran kir: “Werin demildest vê bêhiqûqiyê bi dawî bikin. Di vê pêvajoya vîrûsa koronayê de mirovan bi qanûna qaşo derxistina ji kar ji kar û nanê wan nekin. Derxistina ji kar a bi kêfî ya karkeran rawestînin. Divê hemû raya giştî û çapamenî zanibe ku weke Sendîkaya DÎSK-Genel-Îş’ê em li dijî derxistina ji kar a neheq û bêhiqûqî ne. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê jî dê bidomînin.”