Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin

img

AMED - Esnafên Amedê ku ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê fatûreyên xwe yên av û ceryanê bidin, hindik maye dikanên xwe bigirin. 

Êdî sekn ji dolar û eûro re tune ye. Her diçe pêline xurt li xwe dixin û zêde dibin. Ev yek krîza aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir dike û fiyetê her tiştî biha dike. Esnafên ku êdî nikarin heqê fatûreyên ceryan û avê bidin hindik maye dikanên xwe bigirin. Esnafên Amedê jî nesîb ji vê krîzê girtine û gotin, êdî çerxa wan nazîvire. 
 
HER DIÇE XIRABTIR DIBE 
 
Zaît Yalçiner ê 55 salî ku li navçeya Rezanê dikana wî ya donerê heye, anî ziman ku êdî şert û mercên jiyanê zehmtir bûne. Yalçiner, bilêv kir ku nexasim jî piştî şewbê rewşa kar xirab bûye û êdî nikarin heqê fatûreyên xwe yên ceryanê jî bidin. Yalçiner got: "Ji roja şewb dest pê kiriye heya niha 60 hezar TL deynê min çêbûye. Niha em tenê dikarin heqê goştê mirîşkan, heqê tûp û heqê nan bidin. Em tenê dikarin heqê evana bidin. Ew jî bi zorê. Êdî em nikarin debara malê jî bikin." 
 
Yalçiner destnîşan kir ku fatûreyên wan jî zêde tên û got, 2 sal berê fatûreya ceryanê li dor 150-200 TL'yî dihat lê belê niha 3 qatê wê, yanî 600 TL tê. Yalçiner, bilêv kir ku ji ber ku nikare heqê fatûreyan bide ceza tê birîn û got, heger wisa dewam bike wê dikana xwe bigire. 
 
HER TIŞT BIHA BÛYE 
 
Ozcan Gil ku pastexaneya wî heye jî anî ziman ku her tişt biha bûye û got: "Par me rûn bi 135 TL'yan dikirî, lê niha bûye 205 Tl. Lê belê em hîn jî şîrînayiyan bi eynî fiyetî difiroşin. Dolar bûye 8 TL. Zêr jî biha dibe. Fatûre jî 3-4 qat zêde bûne. Par heqê ceryanê 90-100 TL dihat, lê noha 200-210 TL tê. Gaza xwezayî jî eynî wisa. Av jî eynî wisa. Fatûreya avê par 70 TL dihat, niha 100 TL tê. Niha em çar kes dixebitin. Em li ber xwe didin. Lê ji ber bihabûna fatûreyên ceryan, av û gaza xwezayî û heqê rûn, şekir, arvan hwd. em zehmetiyê dikişînin. Nexasim jî îsal ji ber pandemiyê rewşa kar jî xirabtir bûye. Tenê ne li ba me, li ba hemû esnafan wisa ye." 
 
Xwediyê marketê Ûgûr Genç jî anî ziman ku ji ber ku her tişt biha bûye fedî dikin fiyet ji kirîgeran re bibêjin û got, êdî dikana wî heqê mesrefên xwe jî dernaxe. Genç, bilêv kir ku hindik maye dikana xwe bigire û got: "Gava me nû ewilî dikan vekir heqê ceryanê 600-700 TL dihat, lê niha 1800-1850 TL tê. Xwediyê dikanê dibêje heqê fatûreyên ceryanê bide, heger nedî ji dikanê derkeve. Niha 3 fatûre di stuyên min de ne. Heqê wan 4 hezar û 500 TL ye. Mirov perîşan bûne. Ji ber bihabûna ceryanê hindik maye em dikanên xwe bigirin." 
 
RONAHIYÊN XWE PÊNAXE 
 
Esnaf Ayet Teyfûr jî bal kişand ser heqê fatûreyan û got: "Niha rewşa me ne tu rewş e. Çima? Ji ber zeman. Êdî em nikarin debara xwe bikin. Va hûnd ibînin 2 dolap hene. Heqê ceryanê jî 515 TL hatiye. Newêrim ronahiyên dikanê pêxim. Bi rastî jî em nikarin ji bin barê van fatûreyan derkevin. Her tişt ji bêrîkê diçe. Heqê fatûreya avê 150-200 TL hatiye. Ji tirsa min fatûre rê malê neda. Ez bibêjim, wê nerihet bibin. Em ji bêrîka xwe dixwin. Lê tiştek jî nakeve bêrîkê. Em ne birçî ne ne jî têr." 
 
2 KARKER JI KAR DERXISTIN 
 
Tamîrkerê motoran Abdûlkadîr Almas jî anî ziman ku fiyetê perçeyên yêdek li gor dolar diguhere. Almas, bilêv kir ku ji ber krîzê du kesên li cem wî dişixulîn ji kar derxistiye û got: "Krîza aborî barê me pir giran kiriye. Perçeyekî bi 10 TL'yan bûye 30 TL. Bi kesî re pere nemaye. Mişterî perîşan bûne. Kes tiştên xwe nayne. Me du karker ji kar derxistin. Heger werê dewam bike em ê dikanê bigirin." 
 
Her wiha Almas, anî ziman ku par ceryana wî 80 Tl dihat, lê niha 200 TL tê û fatûreyên avê jî bi heman awayî tên û got: "Ma tu yê debara malê bikeî, heqê kirê bidî, heqê fatûreyan bidî? Em di ber re nagihêjin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek