Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e

img

STENBOL - Karkerên tersaneyê ku anîn ziman ku bêyî tevdîr bên girtin tên xebitandin û ji bo sedema negirtina tevdîran jî gotin: "Li ber çavê patronan em ne tu titş in. Ji bo wan a muhîm qezenckirin e." 

 
Çendî ku şewb heye jî karkerên tersaneyê di şert û mercên bêpîvan dixebitin. Karker serê sibehê saet di 8'an de dest bi kar dikin heya 5'ê êvarî dixebitin. Kedkarên li tersaneyan dixebitin, xwestin rojek berî rojekê tevdîr bên girtin. 
 
Abît Taş ku du sal in li Tersaneya Tûzlayê karê qeynaxê dike, anî ziman ku tevdîrên li ternsaneyan tên girtin ne tu tevdîr in û got, dezenfektan tenê nikare bi vîrusê. Taş, bilêv kir ku nikarin bêhna xwe jî vedin û got: "Dema me ya vehesandinê ya xwarinê, di dorê de diqede. Wextê me tune ye em qedehek çayê jî vexwin." 
 
Taş, diyar kir ku şewbê bandoreke nebaş li jiyana wan kiriye û got: "Ji bo tenduristiya me tevdîr nayên girtin. Em mirovên tebeqeya jêr in, li ber çavê patronan em ne tu tişt in. Tenduristiya me ne muhîm e, ji bo wan a muhîm kar nesekine." 
 
JI BO WAN A MUHÎM QEZENCKIRIN E! 
 
Tûran Fîdecî ku 15 sal in li tersaneya Sedefê dixebite û karê montajê dike jî destnîşan kir ku li tersaneyan tevdîr nayên girtin. Fîdecî, bilêv kir ku li cihê lê dixebitin hewadarî jî tune ye û got: "Li vê derê 18 qawîş hene. Li van qawîşan di ser 30'yî re mirov kincên xwe diguherînin. Li xwaringehê jî her kes li cem hev e. Tim behsa mesafeya sosyal dikin, lê belê ev nayê kirin. Ji bo patronan a muhîm, tenê karker bixebitin û qezenc bikin, wekî din tiştek ne di xema wan de ye." 
 
TIRSA KU DÊ JI KAR BÊN DERXISTIN 
 
Kûbîlay Gulen ku li Tersaneya Sedefê 24 sal in dixebite got: "Em tim bi tirsa ku em ê ji kar bên derxistin re rû bi rû ne. Em di kirê de ne û zarokên me dixwînin. Di pêla ewil a pandemiyê de ev yek hat serê min û 45 rojan betal mam. Di warê aborî de min zehmtî kişandin. Niha jî ew tirs li ser me heye." 
 
Karker Ûgûr Kûrnaz ku li Tersaneya Tûzlayê dixebite jî anî ziman ku sedema zêdebûna pêketiyan, ji ber netevdîrgirtinên li kargehan e. Kûrnaz got: "Pirsgirêka debarê û krîza aborî heye. Lewma di warê aborî de fikarin mirovan hene. Ên li vê derê dixebitin piraniya wan di kirê de ne û zarokên wan dixwînin. Lewma mecbûr in bixebitin." 
 
Her wiha Kûrnaz anî ziman ku mirovên nexweşînên wan ên kronîk hene jî bi tirsa ku dê nikaribin debara xwe bikin û dê betal bimînin ji mecbûrî dixebitin. 
 
MA / Kadîr Guney - Berfîn Karaman