Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye

img

STENBOL – Prof. Dr. Mûstafa Altintaş anî ziman ku peymana bi Qetarê re hatiye kirin delîla ku welêt ketiye rewşeke muhtaciyê û êdî bûye ku pîvanên piyaseyeke jirêzê jî esas nayên girtin.

Piştî peymana di navbera Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Emîrê Qetararê Şêx Temîm bîn Hamad Al Sanî de, ji sedî 10'ê Borseya Stenbolê ket destê Qetrarê. Piştî vê peymanê gelek derdoran nerazîbûnên xwe anîn ziman. Aborîzan Prof. Dr. Mûstafa Altintaş, anî ziman ku peymana bi Qetarê re hatiye kirin delîla ku welêt ketiye rewşeke muhtaciyê û êdî bûye ku pîvanên piyaseyeke jirêzê jî esas nayên girtin.
 
Altintaş, diyar kir ku piştî vê peymanê û firotina ji sedî 10'ê Borseya Stenbolê dê Otorîyeta Veberhênanê ya Qetarê di Borseya stenbolê de bibe xwedî biryar û gotinê û heger di pêş de ev yek bidome dê Qetar bibe hevkarê rêveberiya Boreyê. 
 
Altintaş destnîşan kir ku peymana bi Qetarê re hatiye kirin nîşaneya aboriyeke têkçûyî ye û delîla ku welêt ketiye rewşeke muhtaciyê ye. Altintaş, anî ziman kuêdî bûye ku li welêt pîvanên piyaseyeke jirêzê jî esas nayên girtin.
 
NÊZÎKATIYA MUXALEFETÊ ŞAŞ E 
 
Altintaş, di vî warî de bal kişand ser helwesta muxalefetê jî û diyar kir ku muxalefet tenê li ser awayê firotina vê yekê disekine, lê belê ev helwest û nêzîkatî şaş e. Altintaş, bilêv kir ku muxalfete divê li dijî hemû liv û tevgerên bi vî awayî dengê xwe bilind bike û bi awayekî rêxistinbûyî li ber rabe. 
 
Altintaş, diyar kir ku di dema şewba Covîd-19'ê de diyar bûye ku bê cardin çi qas pêdivî bi hin saziyên cemaweriyê û bi xizmetên di warê perwerdehî, tenduristî û gihaniyê heye û li dijî êrîşa bîrdoiyî ya "kesîdekirina her tiştî" divê liberrabûneke topyekûn hebe. 
 
Altintaş bang li muxalefetê kir ku li dijî "liberrabûneke li dijî awayên teknîkî, li ber êrîşên bîrodizyî yên di vî warî de rabe û xwe xurt bike." 
 
 MA / Nacî Kaya – Îdrîs Sayilgan