Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin

img
ÎZMÎR - Aborîzan Aydi Ari anî ziman ku budçeya 2021'ê dê ji bo pirsgirêkan nebe çareserî û ji sedî 83'yê budçeyê bac e û ev jî wekî her carê cardin li ser milê xebatkaran hatiye barkirin. 
 
Çend roj berê Budçeya 2021'ê li Meclîsê hat qebûlkirin. Li gor hevdîtinên hatin kirin lêçûnên budeya 2021'ê trilyon û 456.5 milyar, lêçûnên ji xeynî faîzan trilyon û 166.6 milyar, dahatên budçeyê trilyon û 101.1 milyar, dahatên bacê 922.7 milyar û kêmaniya budçeyê jî 245 milyar TL hat pêşbînîkirin. 
 
Aborîzan Aydin Ari ku gava Hîndekarê Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê bû ji ber îmze daniye bin danezana "Em ê nebin şirîkê vî şerî" bi KHK'ê hat îxrackirin, budçeya 2021'ê nirxand. 
 
Ari, diyar kir ku di aboriya Tirkiyeyê de problemên mezin hene û budçeya ku di nav nahpikên krîza aborî de hatiye amadekirin dê ji bo van pirsgirêkan nebe çare. Ari, destnîşan kir ku Tirkiye ne xwedî aboriyeke werê ye ku karibe ji bin barê vê budçeya hatiye amadekirin rabe. 
 
Ari, anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên sereke di warê çandinî, pîşesazî û xizmetê de rû didin û Tirkiye di van waran de bûye pêgirtiyê derve. Ari, bilêv kir ku aboriyeke ku nikaribe pêdiviyên xwe hilberîne, dê nikaribe pêşî li ber zêdebûna dolar, bihabûna fiyetên berên ku ji derve tên bigire. 
 
'DÊ BARÊ BACÊ LI SER MILÊ XEBATKARAN BAR BIKIN' 
 
Ari, anî ziman ku budçe ji 68 bernameyan pêk tê û di belavkirina vê de jî paya mezin ji bo bernameya ewlehiya civakiyî ye û got: "Budçeya ji bo bernameya ewlehiya civakiyî hatiye veqetandin li dor 210 milyar lîreyî ye. Ji xeynî vê bernameya heyîn û berpirsiyariyên xezîneyê heye. Di budçeyê de ji bo rêveberiyên herêmî 114 milyar TL hatiye veqetandin. Gava ev her du budçe têkevin ser hev teqabulî ji sedî 23 dike. Ji bo parastina neteweyî 88 milyar hatiye veqetandin. Di bin navê ewlehiya civakiyî de ji bo polîsan 66 milyar Tl hatiye veqetandin. Ev jî bi giştî dike 150 milyar TL." 
 
Ari, anî ziman ku ji xeynî xercaneyên ji bo ewlehiyê hatine beqetandin di budçeyê de tiştekî din jî balê dikişîne û ew jî lêçûnên faîzê ne. Ari got: "Gava em li dahatan mêze dikin 922 milyar dixuyê û ji sedî 83'yê vê jî bac in. Piraniya van bacan jî baca dahatê ye. Ên bacê didin jî, kesên ji bacê narevin. Wekî her salê îsal jî barê bacê li ser milê çîna xebatkaran hatiye barkirin." 
 
DÊ NEBE DERMANÊ TU TIŞTÎ JΠ
 
Ari, bal kişand ser kêmaniya budçeyê ku 240 milyar TL ye û got: "Qanûna budçeyê di warê berhevkirina dahatê û xerckirinê de rewabûnekê li îqtidarê bar dike. Tê gotin dê budçe 1.3 trilyon TL'yî dahatê berhev bike û dê 250 milyar jî kêmaniya wê be. Ji ber ku cinayetên jinan, îstihdama jinan, xebatkarên tenduristiyê, perwerdehî û çandinî esas nayê girtin û ji ber ku budçe bi vî awayî nehatiye amadekirin tenê bi awayekî sûkî hin pay ji bo evana veqetandine û ji ber ku ji bo faîz, lêçûnên sermayeyê, veberhênan, rêyên bejahiyî, karên avê yên dewletê û nexweşxaneyên bajêr perenî mezin hatine veqetandi, dê ji bo meseleyên din nebe derman." 
 
MA / Esra Solîn Dal