Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn

img

ÎZMÎR-  Berdevkê Meclîsa ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, diyar kir ku ji ber tevdîr dijî şewbê nayên girtin cinayetên kar zêde bûne û xwest xizmet û hilberînên me mecbûr demildest bên rawestandin. 

Li gor daneyên meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) ji meha Adarê heya meha Mijdarê 368 karker ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Berdevkê Meclîsa ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, destnîşan kir ku ji ber tevdîr dijî şewbê nayên girtin cinayetên kar zêde bûne û xwest hilberîna ne mecbûrî divê bê rawestandin. 
 
ŞEWB BELAV DIBE 
 
Guven, anî ziman ku sedema ku karker ji ber mirinê dimirin ew e ku li fabrîkeyan û kargehan tevdîr nayên girtin û got: "Pandemî bû nexweşîna kedkarên ku ji mecbûrî dixebitin. Heya niha bi qasî ku me tespît kiriye 368 karker mrine. Li kargehan şewb pir zû belav dibe." 
 
Guven, destnîşan kir ku tevdîrên ku heya niha hatine girtin ne ji bo çîna karkeran e û got: "Diyar bû ku gava tu mafên jiyanê yên karkeran esas negirî tu yê nikaribû pêşî li ber şewbê bigirî. Hîn jî li kargehên şewb li wan belav bûye karker dixebitin. Bêyî tiştek bê kirin hilberîn didome." 
 
BILA BIBE NEXWEŞÎNA PÎŞEYΠ
 
Guven, hîn jî şewba Covîd-19'ê wekî nexweşîna pîşeyî nehatiye qebûlkirin. Guven, diyar kir ku piştî li Îzmîrê bijîşkekî cihê kar ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da, Odeya Bijîşkan a Îzmîrê serî li SGK'yê da ku Covîd-19'ê di çarçoveya nexweşînên pîşeyî de bê nirxandin, lê belê SGK'ê diyar kiriye ku nexweşîneke wiha di Lîsteya Nexweşînên Şewbî yên Pîşeyî de tuneye, lewma mirine bijîşk wekî nexweşîna pîşeyî nehatiye qebûlkirin. Guven, xwest daxwaza rêxistinên tenduristiyê ku dixwazin Covîd-19' wekî nexweşîna pîşeyî bê qebûlkirin, nehatiye qebûlkirin û got: "Covdîd-19, divê ji bo kedkarên tenduristiyê wekî nexweşîna pîşeyî û di qadên din ên karî de jî wekî qezaya karî bê pênasekirin."
 
HILBERÎN DIVÊ BÊ RAWESTANDIN 
 
Guven, hn daxwazên Meclîsa ÎSÎG'ê wiha rêz kirin: "Covîd-19, ji bo kedkarên tednuristiyê divê wekî nexweşîna pîşeyî, di qadên karî yên din de jî wekî qezaya karî bê pênasekirin. Li kargehan, di qadên gihanî, xwarin û vexwarinê û hêwirandinê de divê tevdîrên ÎSÎG'ê bên girtin. Karkerên nexweşînên wan ên kronîk hene divê pêvajoyê de divê ji bo wan destûr abiheq bê dayîn. Derxistina ji karî divê bê qedxekirin û divê ne 1168 TL, heqedesta tam bê dayîn. Dema xebatê divê bê kêmkirin. Divê 4-6 saet be. Li kargehan divê testên bêheq bên kirin. Li kargehên ku şewb li wan belav bûye divê hilberîn bê rawestandin. Saeta karî ya kesên li malê dixebitin, divê bê rastkirin û mesrefên wan ên ji bo karî tên kirin bê dayîn." 
 
MA / Sevda Aydin