DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû

img

MÊRDÎN – Li Mêrdînê ji ber ku DEDAŞ'ê ceryana qut kiribû û ev yek bi mehan dewam kiribû, ji sedî 60'ê erdan nehatin ajotin û her wiha berdariya îsal kêm bû. Cotkaran, diyar kir ku ji ber qutkirina ceryanê çinîn bi derengî ketiye û ji ber vê berdariya garis pir kêm bûye. 

Li Mêrdînê hîn jî destê dudoyan ên garis nehatiye çinîn. Di sala 2020'an de Şîrketa Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryana gelek gundan birîbû û ev yek bi mehan dewam kiribû. Ji ber vê erd nehatibûn avdan û çinîna zad bi derengî ketibû û her wiha ji ber di demên dawî de baran jî bariya cotkar di warê çinînê de zehmetî kişandin û berdarî ji sedî 20 kêm bû. 
 
BERDARÎ KÊM BÛYE
 
Cotkar Veysî Dalmiş, diyar kir ku cotkar perîşan bûne û bal kişand ser bihabûna tuxim û gubre. Dalmiş, ji ber ku li herêma Mêrdînê dereng dest bi çinîna garis kirine, fiyet jî erzan bûye û îsal erdê xwe baş av nedane û gubre nekirin. 
 
Dalmiş, bilêv kir ku rêvebirên DEDAŞ'ê yên hatine herêmê tahd eli cotkaran kirine û heger ev yek wiha bidome dê îsal aqûbeta genim jî wekî ya garis be. Dalmiş, ji ber erd baş nehatine avdan û ji ber fiyetê gubre û dermanan biha bûye baş guber û derman nekirine, lewma berdariya îsal kêm bûye. 
 
Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mikaîl Erbey jî anî ziman ku çinîn dest pê kiriye, lê belê bênavber nayê kirin. Erbey, destnîşan kir ku ji ber qutkirina ceryanê li herêmê ji sedî 60'ê erdan beyar hatine hiştin û cotkar hatine mexdûrkirin. Erbey, bilêv kir ku ji ber ku îsal garis dereng hatiye çandin berdarî jî kêm bûye û fiyetê wê jî kêm bûye. Erbey, cardin destnîşan kir ku cotkar mexdûr bûne û ji ber vê hem cotkar hem jî aborî xisiriye. 
 
MA YÊ COTKAR ÇI BIKIN! 
 
Erbey, diyar kir ku her diçe barê cotkaran girantir dibe û bal kişand ser baca ji bo garisî genim, ceh û pemboyê îthal ku hikûmetê baca gumrikê ji van berên îthal nastîne. Erbey, bilêv kir ku ji ber vê fiyetê berên cotkaran erzan dibe û got: "Dowîz zêde dibe, lê berên cotkaran wekî xwe ne. Ma yê cotkar çi bikin, ê biçin ku. Em giş dizanin bê di dema pandemiyê de zexîre çi qas girîng e. Çendî ku mzaot, gubre û derman biha bûne jî, cotkar cardin hilberînê dikin." 
 
‘HIKÛMET PIŞTGIRIYÊ DEDAŞÊ' 
 
Erbey, destnîşan kir ku hikûmet ji dêvla piştgiriyê bide cotkaran dide DEDAŞ'ê û got: "Li Mêrdîn, Deşta Mezopotamyayê ji sedî 60'ê garis nehatiye çandin. Ev ji bo mirovên herêmê û ji bo aboriya welêt derbeke mezin e. Em pêşiya xwe nabînin. Cotkar diqilqilin, ma ê çi bikin. Ji aliyekî ve ceryan, ji aliyên din lêçûn, ji aliyê din jî jiholêrakirina gumrikê. Ev ji bo cotkaran û hilberînê zirar e. Cotkar naxwaze erdê xwe deyne. Gava çandiniyêb ike jî tiştek di dest wan de namîne." 
 
Erbey, bilêv kir ku her sal di meha Cotmeh û Mijdarê de dest bi çinînê dikirin, lê belê îsal di meha Kanûnê de dest pê kiriye û hîn jî li herêmê çinîn tam dest pê nekiriye. Erbey, bang li Wezîrê Çandiniyê û Serokomar kir û got: "Xwedî li cotkaran derkevin. Serdema pandemiyê ye. We jî bi çavên xwe dît bê hilberîn çi qas girîng e. Gava li herêmê şîrketên xisûsê rabin bibêjin 'ez ê ceryanê qut bikim', dê heman tişt bê serê genim jî. Dê ev yek ji bo çandiniya herêmê derbek mezin be. Pirsgirêkên heyî demildest divê bên çareserkirin. Em xwazin di dema pandemiyê de şîrketên xisûsê zorê bidin cotkaran." 
 
MA / Ahmet Kanbal