3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn

img
AMED - Di înşaeta TOKÎ ya li navçeya Peyasê dewam dike de, qalibê betonê tebiqî û 3 karker bi  giranî birîndar bûn.
 
Li înşaeta TOKÎ ya li navçeya Peyas a Amedê dewam dike, 3 karker dibin qalibê betonê yê tebiqî de man û bi giranî birîndar bûn. Ligel qedexeya derketina derve jî, karkerên neçar man ku bixebitin û birîndar bibin, ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer rakirin nexweşxanê.  
 
Hat hînbûn ku ji 3 karkerên birîndar bûn, rewşa 2 karkeran girane.