KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – KESK’ê bi armanca salvegera damezrandina xwe li gelek bajaran daxuyanî da û soza mezinkirina têkoşînê da.
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 8’ê Kanûna sala 1995’an de hat damezrandin. KESK saziyek karmendên dewletê ye. KESK’ê bi armanca salvegera 25’emîn a damezrandina xwe li gelek bajaran daxuyanî dan û salvegera xwe pîroz kir. Şaxên Platforman ên KESK’ê li bajarên Enqere, Antalya, Wan, Riha, Amed û gelek bajarên din civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. KESK’ê salvegera damezrandinê li tevahiya endam û rêveberên xwe û karmendan pîroz kir û behsa têkoşîna KESK’ê ya 25 sal in li gel hemû zehmetî, zext, êriş, girtinan dide hat kirin. KESK’ê destnîşan kir ku tevî hemû zextan jî wê têkoşîna xwe bidomînin û soza mezinkirina têkoşîna xwe da.